Bi peykeran dîrok û mîtolojî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Hezîran 2022 - 22:00

  • Hunermend Darius Hulea bi hunerê plastîk re mijûl e. Wî ji hesin, pola û sifir peyker çêkirine. Lê beriya ew van peykaran çêke bala xwe daye dîrok û mîtolojiyê. Di vî warî de gelek lêkolînên wî çêbûne. Piştî vê yekê wî xwestiye portreyên ji hesin çêke.

Têkiliya di navbera malzemeyên huner û wî hunermendî de ku wan malzemeyan bi kar tîne, dijwar û giring e. Carinan hin malzemeyên hişk ku kes nikare wan bitewîne û bike malzemeyê hunerê xwe, di destê hin hunermendan de dibe wek hevîr. Dema meriv malzemeyê ku bi kar tîne baş binirxîne û ramanekê lê bar bike, wê gavê ew malzeme jî zorê nade te û di nav destên te de bi ya te dike. Hunermend Darius Hulea yek ji wan hunermendan e. Wekî hunermendekî bi hunerê plastîk re mijûl e jî tê naskirin. Wî ji hesin, pola û paxir (sifir) peyker çêkirine. Lê beriya ew van peykaran çêke bala xwe daye dîrok û mîtolojiyê. Di vî warî de wî gelekî xwendiye û gelek lêkolîn kirine. Piştî vê yekê, wî xwestiye portreyên ji hesin çêke. Ji bo karibe van portreyan çêke daye ser rê û dirba hosteyên berê û li gelek xêzên hunermandan nihêriye da ku karibe bi awayekî serketî van peykeran çêke.

Heger meriv nizanibe ku ev peyker bi destê Darius Hulea hatine çêkirin, wê bibêje ji fabrîqeyê derketine. Ji lewre, peykerên wî pirr bi rêk û pêk û lihev in. Diyar e, ew hosteyekî baş e. Herî zêde jî rih û porên ku bi têlên ji sifir çêdike, bala mirovan dikşînin ser xwe. Nexasim wî rihên peykerên xwe pirr xweşik li hev badana. Lê hûrgiliyên ser rûyên peykerên wî jî hêjayî nirxandinê ne. Çawa ku ba li van rih û poran bixe, çêkiriye. Yanî bi vî malzemeyî her kes nikare peykerên ewqasî serketî çêke. Lê me got, Darius Hulea hesin di destê xwe de kiriye wek hevîr û bi çakûçê destê xwe de wan xweşik ditewîne, carinan jî dike tew tew. Ev tew û hûrgiliyên di peykerê wî de hostetiya wî ya di vî karî de çêtir radixin ber çavan. 

Dapîr û bapir bala wî dibin ser huner

Dema ku Darius Hulea piçûk bûye û li gund e, gelek hunerên kevnare yên ku nîşaneya rêûresmên Romanyayê ne, dibîne. Di vî warî de dapîra wî gelek tiştan nîşanî wî dide û dike ku bala wî here ser hunerên destan. Lê bapîrê wî jî gelekî alîkariya wî kiriye. Bapîrê wî merivekî cotkar e û ji bo karê xwe bike gelek malzemayan bi kar tîne. Piştî ku Darius Hulea malzemeyên cotkariyê nas dike, ev malzeme pirr bala wî dikişînin û bêhtir bala wî diçe ser peykersaziyê. Lê helbet wî zanîngeh jî xwendiye. Li Romanya, li Zanîngeha Cluj-Napoca ya Huner û Sêwirandinê lîsans xwendiye.

Dîrok û mitolojiyê dinirxînim

Darius Hulea ji bo peykerên ku çêdike û malzemeyên ku bi kar tîne dibêje, “Hêvî dikim ku xelk fêhm bike, ji xeynî bikaranîna malzemeyên kevn ên bi hêz, tiştekî cuda nakim ez. Wekî din, min bala xwe da çend hunermendên baş ên dinyayê, nexasim xêzên di dema ronesansê de pirr bala min kişandin. Ez jî bi niherîneke nûjen niha dîrok û mîtolojiyê ji nû ve dinirxinim û şirove dikim. Dema bi hesin dixebitim û jê peykeran çêdikim, xwe azad hîs dikim û dikarim peykerekî 50 metreyî çêkim. Karê min yê ewil jî qerqot ango îskeletekî ji hesin bû.”

Darius Hulea li atolyeya xwe ya Romanyayê, bi makîneya lehîm û pevkelandinê, çakûç û çend malzemeyên li ber dest, van peykerên xwe çêdike. Hin peykerên wî gelekî mezin in û li atolyeya wî bi cih nabin. Ji karê xwe gelekî hez dike û dibêje, “weke ku her roj li duçerxeyê siwar bibî” divê meriv ji vî karî hez bike û bê navber bidomîne.

CLUJ-NAPOKA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.