Bi pêşangehê bal birin ser meseleyan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 3 Cotmeh 2023 - 16:09

Li Hewlêrê, pêşangeheke karîkaturan, bal bire ser pirsgirêkên li nava civaka Kurd. Rêveberê çalakiyê, Cebar Sabir got, armanca wan bi pêşangehê ew e ku peyama aştiyê bidin.

Li Galeriya Medya ya li Hewlêrê, Sêyemîn Pêşangeha Karîkaturan a Payîzê hat vekirin. Pêşangeh wê heta 5’ê Îlonê (sibe) vekirî bimîne.

Hunermend Cebar Sabir bi 55 tabloyên xwe yên karîkaturan tevlî pêşangehê bûye. Cebar Sabir derbarê pêşangehê de ji ajansa me re got, “Me bi rêya katîkaturan pirsgirêkên nava civaka Kurd nîşan dan. Pirsgirêkên aborî û malbatî jî. Her wiha me bal kişandiye ser nerêniyên bikaranîna torên medya dijîtal jî.”

Hunermend Cebar Sabir da zanîn ku wî di tabloyên xwe yên karîkaturî de bal biriye ser pirsgirêkên civakê yên wek hebûna zilamsalarî ya di nava civaka Kurdî de.
Cebar Sabir hêvî dike ku bi rêya rexneyên karîkaturan, xelek ji nû ve berê xwe bide xwendina pirtûkan.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.