Bi ‘Pergal’ê li dikê vedigerin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Sibat 2024 - 00:55

Şa Performans ku li Stenbolê hatiye damezirandin, piştî du salan bi lîstika xwe ya “Pergal” ku wan berê jî lîstibû vedigere ser dikê. Lîstika “Pergal” ew ê 25’ê Sibatê roja Yekşemê li “Ara Sahne” ya li Taksîmê derkeve ser dikê.

Lîstikvanên şanoyê Tuncay Ozel û Erhan Mîr ew ê di lîstikê de cih bigirin. Her wiha ew ê derhêneriya lîstikê jî Mehmet Mûsaoglû bike.

Şa Performans lîstika “Pergal” ji nivîsa nivîskarê Amerîkî Sam Bobrick wergirtine û wergerandine kurdî. Leyîstik ji destpêkê heta dawiyê pergala li dewletbûnê ya Amerîkê û dewletên din rexne dike. Pergala îro ya ku hemû civak pê re rû bi rû dimînin di lîstikê de bi berfirehî tê ravekirin.

Di wergera Kurdî de jî zimanekî hêsan hatiye tercîhkirin û peyamên tên dayîn jî zêde ne veşartî ne.

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.