Bi pênûsa wan dibin bersiv

Şemî 18 Çile 2025 - 03:00

Di 19’ê Kanûna 2024’an de nûçegîhanên Ajansa ANHA Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di encama êrişa SÎHA’ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Piştre rojnameger Ciwana Cuma ku tevgera li Bendava Tişrîn û herêmê ji rayagiştî re radigihand li ser hesabên medyaya dijîtal hedef hat girtin. Rojnameger Ciwana Cuma derbarê hedef girtinê de axivî. Ciwana Cuma di destpêka axaftina xwe de got:“Ez Ciwana Cuma. Li Bakurê Sûriyeyê rojnameger im. Ev demek dirêje dagirkerên Tirkiyeyê li hember çapemeniya azad, li hember rojnamegerên dengê rastiyê radigihînin êrişan didomînin. Ev êriş ne nû ne. Lê di sala berxwedanê de jî hat dîtin ku gelek hevalên me yên rojnameger ji aliyê Tirkiyeyê û çeteyên girêdayê wê ve hedef hatin girtin. Bi dehan hevalên me di encama van êrişan de jiyana xwe ji dest dan. Wan rastî ragîhandin û armanca wan derxistina heqîqetê bû. Îro rewşa li rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn bandor li hemû Sûriyeyê dike. Ji ber vê jî dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên qirêj didomîne û dixwaze dengê heqîqetê bibire. Ji ber vê jî hevalên me hedef hatin girtin û qetilkirin.”

Dibin bersiva şerê taybet 

Ciwana Cuma da xuyakirin ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi armanca ku dengê heqîqetê bê birîn hatine qetilkirin û got:’’Nazim û Cîhan polîtîkayên şerê taybet teşhîr dikirin. Ji ber vê raste rast hedef hatin girtin û qetilkirin. Bi taybet em rojnamegerên jin, li herêma berxwedana ku jin pêşengiya wê dikin cihê xwe digirin û dengê gel didin bîhîstin. Em bi rihê Nazim û Cîhan dagirkeriya Tirkiyeyê bi rayagiştî didin parvekirin. Em bi pênûsa wan dibin bersiva polîtîkayên şerê taybet.”

Em hîn xurttir dibin 

Ciwana Cuma da xuyakirin ku êrişên li hember rojnamegeran ne tiştekî nû ye û êriş û hedefgirtin moralê wan naxîne berovajî vê hîn bêtir xurt dike û got:“Saziyên dibêjin em mafê rojnamegeran diparêzin ka li ku derê ne, wê kengê xwedî li mafê rojnamegeran derkevin? Îro li ber çavê hemû cîhanê rojnamegerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin hedef tên girtin. Em soza xwe ya ji bo Cîhan û Nazim nû dikin. Em ê bi rihê wan bibin dengê gelê xwe. Em carek din ji Tirkiyeya dagirker re vê dibêjin, we hevalên me şehîd kirin, hûn dibêjin qey wê em ê bê moral bin. Her ku hûn êrîş bikin em hîn bêtir xurt dibin.” 

JINNEWS/GULÎSTAN GULMUŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.