Bi orîgamî peykerê ‘Dawid’ şirove kir

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 24 Nîsan 2023 - 02:52

Li dinyayê yek ji peykerên herî bi nav û deng, peykerê bi navê “Dawid” ê Michelangelo ye. Peykerê “David” (Dawid) weke peykerekî ji mermer di bîra xelkê de ye, newasim jî di bîra kesên ku bi huner re mijûl in. Yanî ew di forma mermerekî de hatiye çêkirin. Lê gelek hunermendan bi malzemeyên cuda jî heman peyker teqlîd kirine. Hunermendê bi navê Mayuncchigami jî bi kaxezê ku jê re “wenzhou” tê gotin peykerekî “Dawid” çêkir. Wî bi saya hunerê orîgamî, ev peyker ji nû ve şirove kir. Wî ji bo vî karê xwe tenê parçeyek kaxiz bikaranî.

Hunermend Mayuncchigami ji bo vî peykerî çêbike desenên Boice Wong yên “Dawid” ji bo karê xwe weke model neqand û ev peyker şiband yê resen. Lê wî di heman demê de şiroveyên xwe jî li peyker zêde kirin û ji bo vê jî got, “Ji bo karibim masûlkeyên Dawid baştir îfade bikim min vîzyona xwe tevlî vî karî kir. Li hêlekê min xwest bi riya hunerê orîgamî peykerê ji kaxezê yê ku herî zêde dişibe Dawid çêkim. Lê hêla din jî min xwest di hunerê orîgamî de jî tiştekî ku berê nehatiye çêkirin, biceribînim.”

Destpêkê wî li ser kaxezê, xêz çêkirine û bi saya mûçingekê kaxez tewand û li hev qat kir. Her wiha wî ji zemqê jî sûd wergirt da ku kaxeza wî baştir li hev were û bişibe peykerekî. Tiştêh herî zêde Mayuncchigami mijûl kiriye û westandiye rûyê dawid û serê wî bûye. Hunermend dibêje, beriya niha bi vî awayî peykerê Dawid kêm caran hatiye çêkirin. Peykerê ku bi orîgamî hatiye çêkirin, qermiçî tê xuyanê lê hûrgiliyên bi kaxezê de hatine çêkirin dide nîşand ku hunermend karekî serketî derxistiye holê. Ev karê piçûk ê ji kaxezê, her wiha, îşaret dike bi hêz û bandora peykerê Dawid a li ser hunermendan jî. Peykerê Dawid yek ji peykerên ronesansê ye û hîna jî îlhamê dide hunermend û hunerhezan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.