Bi nûçeyên Ozgur Ulkeyê ronî dibû

Pêncşem 4 Kanûn 2025 - 09:10

Rojnameger Hakki Boltan di 33'yemîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de rojnameger Ersîn Yildiz ê ku hatibû kuştin bi bîr anî û got: “Ozgur Ulke ronahiya raya giştî bû.”

Di 3'yê Kanûna 1994'an de li Stenbolê yek, li Enqereyê sê avahiyên Rojnameya Ozgur Ulkeyê hatibûn bombekirin. Di teqîna li Stenbolê de xebatkarê Ozgur Ulkeyê rojnameger Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest dabû û 23 xebatkarên Ozgur Ulkeyê birîndar bûbûn. Di salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê ya 33'yemîn de Ersîn Yildiz tê bibîranîn. Tevî bombekirin, kuştin, girtin û zextan jî çanda Çapemeniya Azad kêliyekê jî bi paş ve gav neavêt û her rojnameya li ser rêya Ozgur Ulkeyê heqîqet ragihand. Hevserokê YEW-KURDê rojnameger Hakki Boltan bi minasebeta salvegera bombekirina Ozgur Ulkeyê axivî.

Hakki Boltan diyar kir ku rojnameya Ozgur Ulkeyê ji bo gelê Kurd xwedî cîhekî girîng bû. Hakki Boltan behsa roja bombekirina rojnameyê kir û wiha got: “Rojnameya Ozgur Ulke rengekî nû derxistibû, ev reng jî rengê Çapemeniya Azad bû. Pêşengiyeke xurt ji Çapemeniya Azad re dikir. Raya giştî di wan rojên reş û tarî de bi nûçeyên Ozgur Ulkeyê ronî dibû. Ew xebatên Ozgur Ulkeyê desthilatdariya faşist ya wê demê serûbin dikir. Bêtehemuliyeke mezin li hemberî Kurdayetiyê, tekoşîna Kurdayetîyê hebû. Nedihat xwestin ku tekoşîn, maf û pêwîstiyên Kurdayetiyê ji aliyê Kurdan ve bê zanîn, bê fêmkirin. Lê Ozgur Ulkeyê ji bo van heqîqetan bênavber bi awayekî xurt di nav agir de kar û xebat dikir. Dewletê ji bo berterefkirina Ozgur Ulkeyê biryar dabû."

Rojnameger Hakki Boltan, Ersîn Yildiz bi bîr anî û diyar kir ku dixwestin bi qetilkirina wî rojnamegerên ku bi pîvanên Çapemeniya Azad dixebitîn ji holê rakin û wiha got: “Bi kuştina Ersîn negihiştin armanca xwe”

AW/AMED/ESRA POLAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.