Bi nivisînê şikandina sînoran

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Nîsan 2021 - 05:24

  • Gewher Fetah: Li Başûr gel bi zimanên xerîb nizanin, Li Bakur bi zimanê xerîb şanaziyê dikin. Wekî ku em li Rojava tola xwe ji zimanê Erebî hiltînin, ew jî ji Tirkî hiltînin. Li Bakur zimanê normal û yê helbestê yek e. Lê li Başûr, herêmî ye.

MIHEME  PORGEBOL

Helbestvana ciwan Gewher Fetah, bi kitêba xwe ya bi navê “Yazdehok” ku ji helbestên bi yazdeh peyvan, di demeke kin de cihê xwe di nava helbesta Kurdî de girt. Fetah li ser helbest û kitêba xwe dibêje, “Min xwest vî rengî bînim nav toreya Kurdî û dîmenên nû bi xwendevanan bidim nasîn.”
Em jî bi helbestvan Gewher Fetah re derbarê wê, helbesta wê û endametiya wê ya lijneya kovara Herdê axivîn. 

Par berhema te ya bi navê Yazdehok derket. Tu dikarî hinekî qala vê berhema xwe û şêweyê helbestên xwe yên di vê berhemê de bikî?

Ev şêweyê helbestê ji navê xwe diyar e ku ji yazdeh peyvan pêk tê. Formek kurt ya helbestê ye. Formek ji hêla hizrî ve pirr tîr e û di heman demê de wekî teknîk hêsan e jî. Şêwazekî ne asê ye û ne jî aloz e. Azadiyeke berfireh dide nivîskar. Helbet ger nivîskar zîrek be dikare bi rêzbend û terazû binivîse, lê dikare bêyî wan  jî binivîse. Ev form, ji hêla ziman ve jî zimanekî hilbijartî ye. Bi vekirina asoyan gelek wateyan dide. Yazdehok li ser pênc xêzan belav dibe. 1+2+3+4+1. Peyv çend kîte be ne xem e. Ziman dikare bûyer be, rewş be, raman be...

Gava min Yazdehok xwend, haîkuyên japonan hatin bîra min? Berê mînakên haikuyan jî bi Kurdî hatin ceribandin. Te jî ev tarz wek ceribandinek bi kar anî? 

Yazdehok ji Haikuyan cûdatir e. Min xwest vî rengî bînim nav toreya Kurdî û dîmenên nû bi xwendevanan bidim nasîn. Bi hêvî me Yazdehok têkelî edebiyata cîhanî bibe û bi pêş ve biçe. Hêvî dikim ku ev şêwe di Kurdî de cîgir bibe û bibe diyarde û dibistan. 

Jixwe te di helbesta xwe de jî gotiye: ““Yazdehok.. / Yazdeh peyv.. / yazdeh șêweyê ciwan / hest û hizir û / nivîsîn” Wateya vê formalîzasyonê çi ye? Çima bi yek peyvê dest pê dike, piştre du peyv û bi taybetî jî çima bi peyvekê diqede? Bi çi armancê hatiye formalîze kirin?

Çima peyvek... Min di guhertinan de dît  ku ez pêşî li pey hev binivîsim û şêweyê form jî wilo bê nivîsandin ji bo dirêjbûnê û ji bo ahenga formê û şêweyê helbestê û ahenga helbestê çêtir e. Lewma min wisa formalîze kir.

Bi ya min berhema te di warê helbestê de li ciyekî girîng jî rûnişt. Piştî berhema te derçû te reaksiyonên çawa wergirtin?

Spas. Ew jî hêviya min e ku di edebiyata me Kurdan de cihekî bigire û her ya cîhanî de jî wisa. Mixabin heta niha reaksîonên ku nirxa edebî bidinê, min wernegirtin. Ne ji hêla helbestvanan û ne jî ji hêla aliyên toreyî.

Bi ya te sebeb çi ye?

Ez nizanim. Lê bawer dikim ji ber ku kêmasiya beşa rexneyî ya di edebiyata me Kurdan de ye. 

Tu li Başûrê Kurdistanê dimînî û têkiliyên te bi civata wêjeyê ya Bakur re jî hene. Bi ya te çi cudahî di nav helbesta nûjen ya Bakur û Başûr de hene. Tu dikarî van herduyan bidî ber hev û binirxînî?

Cudahiyên di navbera Bakur û Başûr de gelek in. Bikaranîna tîpên Aramî li başûr û tîpên Latînî li Bakur cudahiya sereke ye. Li Bakur gelek kartêkirina Tirkî li wan heye. Di devoka Bakuriyan de û di edebiyata wan de û di avakirina risteyên wan de tu hişmendiya Tirkî dibînî. Li Başûr jiyan bi kurdewarî ye. Ji ber ku ziman li xwendingehan hatiye xwendin, lewra avakirina ziman di berhemên edebî de rola xwe gelekî heye. Li Bakur rola naverokê heye û li peyvên Kurdî digerin. Peyv ji ziman girîngtir e. Di hêla naverokê de Bakur bi êşê xwe ve girêdayî ne. Zimanê wan yê çandiniyê ye. Ji ber ku Kurdî bi kar nehatiye. Lê li Başûr, Kurdî gelekî bi kar hatiye. Lewma jî dewlemendbûna wê heye. Li Başûr ziman hatiye xwedîkirin. Kultûra Kurdî gelek e, lê mixabin li Bakur kultûr pirr kêm e. Li Başûr gel bi zimanên xerîb nizanin, Li Bakur bi zimanê xerîb şanaziyê dikin. Wekî ku em li Rojava tola xwe ji zimanê Erebî hiltînin, ew jî ji Tirkî hiltînin. Li Bakur zimanê normal û yê helbestê yek e. Lê li Başûr, herêmî ye. Li Bakur hewl didin ku ziman ne herêmî be. Dixwazin zimanê rojane be. 

Tu helbestvaneke ciwan î û wê hemû bar û karê helbest û wêjeya Kurdî siberojê li ser milê te û wêjekarên mîna te wê bimîne. Tu ji bo paşeroja wêjeya Kurdî dikarî çi bêjî?

Ji bo paşeroja wêjeya Kurdî nûbûn divê. Nûbûn, bi nûxaziyê re bin li qonaxekê ranawestin. Berê xwe bidin edebiyata cîhanî. Û divê rexne û rexnegirên wêjeyî di nav me de peyda bibin.  Bê rexne qet nebûye ku edebiyatek bi pêş ketiye.

Ji xeynî van, tu di lijneya kovara ‘Herd’ê de yî jî. Herd kovarek nû ye. Tu dikarî hinekî qala Herdê bikî? Armanca Herdê çi ye? Çawa dişixule, bi çi armancê tevdigere?

Belê Herd kovareke nû ye. Jimara yekê di demeke nêz de belav bû. Berhemên xwe bi Kurdî çap dike. Di zaravayên Kurmancî û Kirmanckî/zazakî de çi helbest be, çîrok be, wergerên edebî ji zimanên cuda ta Kurdî û çi gotarên rexneyî yên edebî bin. Helbet ew berhem beriya belavkirinê têne nirxandin ji hêla komîteyên kovarê ve. Her wiha berhem bi rêya “gmailê” têne kovarê. Kesekî tenê van berheman werdigire û ew kes jî wan berheman ji bo nirxandina edebî bê nav û bê nîşan dişîne endamên herdu komîteyên kovarê. Mebest û armanca vê jî heye. Ev kovar dixwaze hewildanekê bike û ronahiyekê bide ser berhemên ku cihên xwe di civaka edebî de negirtine. Bi teybetî jî ji bo nifş û pênûsên ciwanan. 

Her wekî pirekê di navbera nivîskar û xwîner de ye.

Mixabin pirraniya kovarên Kurdî ji ber bêîmkanî  û zehmetiyên vî warî nikarin li ser piyan bimînin û emrê wan kin e...

Hez, rewşenbîrî û her wiha egerên aborî. Rewşa siyasî û desthilatên li ser nivîskaran û layên edebî. Belê di heman demê de jî bi nivîsînê meriv dikare ji van sînoran hemûyan bibihure û wan bişikîne jî.

Sînor bi nivîsînê çawa tên şikandin? 

Nivîsîn hizir û ramanan digihîne êkûdû. Giftûgoyan bi rengên azad ava dike di navbera hemî aliyan de. Bingeh û destpêka azadiyê, danûstandinên bêsînor, asoyên vekirî bêqeyd û bend... Helbet nivîskarê azad wê berhemên azad biafirîne. 

Mirov dikare ji bo kovargeriya Kurdî çi bike? Belê nivîskar jixwe ya xwe dikin, lê çi dikeve ser milê xwîner?

Çi dikeve ser milê xwîner... Xwîner jî erkên wî ne kêmî erkên nivîskar in. Wekî ku nivîskar her car heta ku berhemên xwe bigihîne asteke bilind pêşkêşî xwînerê xwe dike, pêdivî ye ku xwîner jî çalak be heta ku di berheman de bigihe astek bilind. Nivîskar û xwîner dikarin civakeke edebî û binirx ava bikin. 

Te got “erkên xwîner jî ne kêmî erkên nivîskar in.” Ev erkên xwîner çi ne?

Belê, erka xwîner jî xwebipêşxistin e. Çi di hêla ziman be çi di hêla dûvçûnên edebî, amûreyên xwe yê têgihiştinê bilind bike ta di berhem de bigihe. Ji ber ku di qonaxa xwendina berhemên afirandî ji hêla nivîskar ve ew dibe xwedanê wê berhemê. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.