• Li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku zarok hînî Kurdî dikirin, 5 sal cezayê hepsê li mamoste Zara Mihemedî hatibû birrîn. 

Saziya Kurdşop yek ji wan saziyan e ku di warê bipêşxistina zimanê Kurdî de kar dike, rêveberiya saziyê bi daxuyaniekê ragihand ku ew ê her sal di roja girtina mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemedî de, xelatên bi navê Zara belav bike.

Li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku zarok hînî Kurdî dikirin, 5 sal cezayê hepsê li mamoste Zara Mihemedî hatibû birrîn. Zara Mihemedî, 8’ê Çile hate girtin û ew xistin hepsa Sinê.

Rêveberiya saziya Kurdşopê bi daxuyaniyekê, girtina Zara Mihemedî şermezar kir û ragihand ku cezakirina Zara, isbata dewama siyaseta desthilatdarên Îranê ya ji bo bêdengkirina neteweya Kurd e û wiha dewam kir: “Em ê xwedî li Zara Mihemedî derkevin, her sal roja 8’ê Çile bi navê Zara em ê xelatê pêşkêşî dersbêj û çalakvanên zimanê Kurdî bikin.

Saziya Kurdşop sala 2021’ê hatiye damezrandin, yek ji wan saziyan e ku ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî kar dike.  

NAVENDA NÛÇEYAN