Bi napalman êrişî Qeladizê kiribûn

Sêşem 25 Nîsan 2023 - 01:55

Di 24’ê Nîsana 1974’an de rejîma Beesê ya Iraqê, bi balafirên şer û bombeyên Napalmê bajarokê Qeladizê yê ser bi îdareya Raperîn û Zanîngeha Silêmaniyê ya li vî bajarokî bombebaran kir. Di bombebaranê de 163 kes şehîd bûn û zêdetirî 300 kesî birîndar bûn. Beşek ji şehîdan mamoste û xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê bûn.

Bombebaran di saet 09:45’an de dest pê kir, destpêkê avahiya Serokatiya Zanîngeha Silêmamiyê û beşa hundir û malên derdora wê hatin bombebarankirin.

Piştî bombebaranê, rejîma Beesê xelkê gund û bajarokên Qeladizê, bi darê zorê koçber kir û piştre hemû mal bi erdê re kirin yek.

 

Amîne û Sinowber bûn sembol

Piştî vê komkujiyê, di 24’ê Nîsana 1982´yan de, gava ku xelkê di salvegera komkujiyê de êriş rûreş dikir, rejîma Beesê bi tank û balefiran bi dehan xwepêşander şehîd û birîndar kirin. Di êrişê de du jin ên ku rêxistinkerên xwepêşandanê bûn yanî Amîne û Sinowber şehîd bûn. Amîne û Sinowber heta niha jî wek sembola vê xwepêşandanê têne naskirin û tên bîranîn.

Piştî raperîna sala 1991’ê xelkê Qeladizê û xizmên qurbaniyan her sal berê xwe dida goristana qurbaniyan û merasîm li dar dixistin.

Ji ber xemsariya hikûmetê, nebûna xizmetguzariyê û pêkneanîna sozan, xelkê Qeladizê bê hevî bû. Ji ber wê jî ev demeke dirêj e ku xelkê Qeladizê merasîman li dar naxe.

Qeymeqamê Qeladizê bi daxuyaniyekê ragihand ku biryar hatiye dayîn, merasîma bibîranînê bi awayekî ne fermî were lidarxistin. 

Bi dehan welatiyên Qeladizê serdana gorên qurbaniyan kirin û deste gul danîn ser goran. Lê ti merasîma fermî nehate lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.