Bi muzîkên Kurdî folklorê diparêzin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 24 Çile 2024 - 02:25

ZEYNEB ÎSA / NÛJÎNHA / QAMIŞLO

Kurd di hemû warî de hewl didin çîrok, stran û rêûresmên xwe nedin jibîrkirin. Li Kurdistanê hin dibistan bi vê rolê radibin û mîrateya çanda kurdî diparêzin. Li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dibistana Şehîd Niwêla, perwerdeyên muzîkê ji bo zarokan dide da ku çand û hunera Kurdî biparêzin. Mamosteya dibistana Şehîd Niwêla, Civîn Xelîl behsa dibistana zarokan kir.

Civîn Xelîl behsa armancên wan bi vekirina dibistanê û zehmetiyên li hember dibistanê kir û got: “Dibistana muzîkê ya Şehîd Niwêla bi qasî 5 salan e ku vekiriye û perwerde lê tê dayîn ji bo zarokan. Armanca me ji vekirina dibistanê ew e ku ji zarok li ser hunera xwe ya Kurdî mezin bibin û folklora Kurdî biparêzin. Hinek zarok in bi temenekî piçûk hatin dibistanê, li vir mezin bûn û îro danasîna hunerê dikin. Ger zarok li ser çand û hunereke baş mezin bibin, siberojê dikarin hunerê biparêzin. Me destpêkê mamoste nedidîtin, heta ku me dîtin me zehmetî kişand. Mamosteyên zana zû bi zû nehatin peydakirin lewma me girîngî da nivîsandina notayan. Heta me bernameya muzîkê jî nivîsand me zehmetî kişand. Her wiha dema ku me zarok peyda kirin û ew bidisîplîn kirin jî me zehmetî kişand.

Folklora Kurdî diparêzin

Civîn Xelîl bal bir ser amûrên ku di dibistanê de dibînin û got: “Ev dibistan girêdayî Çand û Hunera Hîlala Zêrîn e. Di navenda Hîlala Zêrîn de cihê muzîkê ji bo zarokan hatine çêkirin, rêxistiniya perwerdeyê hate kirin û li navendê dem ji bo wan hatiye veqetandin. Amûrên muzîkê yên ku wan hîn dibin mîna gîtar, tembûr, keman, erbane, amûrên rîtim û def in. Di heman wextê de şano û wênexêziyê jî hîn dibin. Niha bi qasî 45 zarok hînî muzîkê dibin. Dema xwendina dibistanê hebe, zarok kêm tên lê dema dibe betlane hejmara me zêdetir dibe. Armanca me ji perwerdekirina zarokan parastina folklora Kurdî ye. Her wiha daxwaza me ya sereke ew e ku em folklora Kurdî biparêzin. Em ji bo ku nifşên nû hînî çand û hunera Kurdî ya resen bikin, wan di hemû beşan de bi pêş dixin.”

Zarok siberoja welatê me ne

Civîn Xelîl diyar kir zarok bi qasî 3 salan in tevlî mihrîcanan dibin û serkeftinê ji wan re xwest û goitna xwe wiha bi dawî kir: “Zarokên ku hînî çand û hunera xwe ya resen dibin, 3 sal in bi awayekî fermî bi komî tevlî mihrîcana zarokan dibin. Beriya demekê me ji wan re konser organîze kir. Her wiha ji bo keda ku didin, me spasname da wan. Ji bo van zarokan hêviyeke min a mezin heye, ji ber ku ew siberoja welatên me ne û serkeftineke mezin ji bo van zarokan dixwazim. Her wiha ji bo xurt bibin, gavên mezin bavêjin û çanda xwe ya Kurdî biparêzin. Her zarokeke ku ji vir derbikeve bila bibe mamoste, ez vê hêviyê bi wan zarokan re jî dibînim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.