• Şandeya Çarçoveya Hemahengiya Şîî li Necefê li gel Serokê Tevgera Sedir, Muqteda El Sedir re civiya.

Şandeya Çarçoveya Hemahengiya Şîî li Necefê li gel Serokê Tevgera Sedir, Muqteda El Sedir re civiya.

Ajansa Nûçeyan a Iraqê ragihand, şandeya Çarçoveya Hemahengiya Şîî bi serokatiya Hadî Amirî ku pê re Xez Elî û Falih Feyaz jî hebûn, li Necefê li gel Serokê Tevgera Sedir, Muqteda El Sedir civiya. Di civînê de li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û rewşa Iraqê bi giştî hat axaftin.

Roja 27’ê Kanûnê Dadgeha Federal a Iraqê encama hilbijartina parlamentoya Iraqê pejirand. Li gorî destûra Iraqê, divê heta 10’ê Çileyê 2022’an parlamenta Iraqê civîna xwe ya yekê li dar bixe. 

BEXDA