Bi mîsyona pêşengiyê rabûn
Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 03:00
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got:"Hevrêyên me Diljîn û Pîran bi kesayetiya xwe ya sade û dilpak cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de girtin." Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta 2 gerîlayan daxuyaniyek da û wiha got:"1'ê Mijdara 2024'an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hevrêyên me Diljîn û Pîran şehîd bûn.
Di berxwedana destanî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê li dijî êrîşên dijmin tê kirin, hevrêyên me Diljîn û Pîran ên bi mîsyona pêşengiyê rabûn, bi sekna xwe ya bi biryar a di nava têkoşînê de û biryardariya di lêdana dijmin de kedek mezin dan. Hevrêyên me Diljîn û Pîran ku zanîbûn êrîşên dijmin di heman demê de ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya jinê ye, ji bo parastina destketiyên bi ked, hewldan û berdêlên mezin ên bi hezaran şehîdên me yên jin hatin afirandin, bi fedaîtî têkoşiyan. Bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi tevlîbûna xwe ya milîtanî ya di nava jiyanê de û dilsoziya bi nirxên azadiyê bûn milîtanên mînak ên partiya me PAJK û PKK'ê. Weke hevrêyên wan, ku em zanin dilsoziya bi bîranînên hevrêyên me Diljîn û Pîran bi mezinkirina têkoşîna wan dibe, em soza xwe nû dikin ku armancên hevrêyên xwe yên hêja pêk bînin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Diljîn û Pîran em sersaxiyê ji gelê me yê Çelê, Mexmûrê û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Hevrêya me Diljîn li navçeya Çelê ya Colemêrgê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2014'an ji Zagrosan tevlî nava refên gerîla bû. Li ser taktîkên gerîla yên dema nû kûr bû û ji bo derbên mezin li dijmin bixe bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza û milîtana PAJK'ê. Zanîbû ku bi keda di nava jiyanê de hîn bedew û bi wate dibe, bi sekna xwe ya milîtanî ya li nava jiyanê, bi hevrêtiya xwe ya xurt û tevlîbûna xwe ya sade û durust bandoreke mezin li hevrêyên xwe kir.
Hevrêya me Pîran jî ku ferdeke malbateke ji eşîra Goyî ya welatparêz bû, li Mexmûrê ji dayîk bû. Bi beşdariya li nava refên gerîla xwest berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne.
Hevrêya me di xeta PKK-PAJK'ê de sekneke bi biryar afirand û nîşan da ku çawa dikare bibe milîtaneke mînak. Di her çalakiyê de bi wêrekiyeke mezin tevgeriya û bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza." Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:
Diljîn Bêlatî (Zeynep Demîroglû), li Colemêrgê jidayîk bûye, 1’ê Mijdara 2024’an li Zapê şehîd bû.
Pîran Suweyda (Çîmen Alturk), li Mexmûrê jidayîk bûye, 1’ê Mijdara 2024’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN