‘Bi min serbilind bin’

Duşem 19 Nîsan 2021 - 02:30

  • Nûda Tolhildan bang li malbata xwe a ku li ber avahiya HDP’ê kir : “Nekeve xefika qirêj a dewleta Tirk.” 

AMARA HARÛN / LALEŞ RÊNAS
ANF/BEHDÎNAN
    
Malbata gerîlaya YJA Starê Nûda Tolhildan (Ceylan Tekîn) yek ji wan malbatan e ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê hatiye rûniştandin. Nûda Tolhilda bang li malbata xwe dike û dibêje, “Ew xapandina dewleta Tirk e nekevin xefika wan.“

Nûda Tolhildan dema li radyoyê guhdarî dikir, dengê dayika xwe bihîstiye. Ji bo xeberdana dayika xwe ya hingî dibêje, “Dema ku min li radyoyê guhdarî dikir, min dengê dayika xwe di nava wan malbatan de bihîst. Û min lê guhdarî kir ku bi zimanê dijmin, bang li min kir.“ 

Weke şervanekê ji xeberdana diya xwe aciz bûye û wiha qala fikr û hestên xwe dike, “Dixwazim beriya her tiştî vê bêjim, dema ku min dengê dayika xwe bi vî rengî bihîst, hêrsa min gelekî rabû. Girî û axaftina wê ya bi zimanê dijmin, ez aciz kirim. Bi hêrs bûm, lê dema ku piştre li ser fikirîm; dema ku li ser rastiya dijmin fikirîm û asta welatparêziyê ya malbatê nirxand, hingî min fêhm kir ku malbata min hatiye xapandin. Lewma bi rêya vê mesajê dixwazim bang li dayika xwe û hemû dayikên hatine xapandin bikim. Zarokên we bi daxwaza xwe hatine vê derê. PKK bi temamî tevgereke azadiyê ye, têkoşîneke azadiyê ye, kes ne bi zorê tevlî PKK’ê dibe, ne jî bi zorê dikare li nava PKK’ê bimîne.
  
Zarokên we xwedî îradeyeke mezin in

Yên ne hêjayî vê jiyanê ne nikarin li nava vê jiyanê bimîne. Ya ku divê malbat zanibin ev e: Heger zarokên wan li nava PKK’ê ne û têdikoşin, hingî xwedî îradeyeke mezin in. Wê demê bi Rêbertî û şehîdan re dilsoz in, bi gelê xwe re dilsoz in, bi briyar in ku di oxira armanceke mezin de têbikoşin. Divê malbat bi vê rastiyê bihesin. Heger zarokên wan sekneke bi vî rengî ya bi rûmet nîşan didin, tevlî têkoşînê bûne, bi salan e hewl didin têbikoşin, hingî divê malbatên wan jî bi wan serbilind bin. Yanî xapandina ji aliyê dijmin ve qet li van malbatan nayê.

Nûda Tolhildan dibêje diviyabû diya wê li dewsa bi dijmin bixape, diviyabû pê serfiraz bûya: “Keça min niha gerîla ye, ji bo gelê xwe, ji bo xwe, ji bo malbata xwe, ji bo jinan li çiyê têkoşîna azadiyê dike. Li ser felsefeya Rêbertî û şehîdan dijî. Dema ku li vê bifikire divê pê serbilind be. Dema ku kete nava civatekê divê bêje, keça min gerîla ye û bi vê serbilind be. Ev yek ji bo hemû malbatan lê ye.


Ji ber têkçûnê berê xwe dide malbatan

Dewlet her roj li dijî me şer dike. Ev yek di şexsê PKK’ê de şerekî 40 salan e. Ji bo temamê Kurdistanê pêvajoyeke qirkirinê ya zêdeyî 90 salî heye. Li dijî vê qirkirin, komkujî û polîtîkaya înkarê, tevgereke mîna PKK’ê derbê li dijmin dixe. Dike ku artêşa duyemîn a herî mezin a NATO’yê windahiyan bide. Li gel hemû operasyonan jî derbên giran lê dixe.
Ev jî dijmin bi hêrs û aciz dike. Ji ber vê têkçûnê berê xwe dide malbatan. Li hemberî gerîla nikare bi ser bikeve, lewma malbatan ji bo tolhildanê bi kar tîne. Divê malbat jî vê rastiyê bibînin. 

Bang li diya xwe dike

Careke din di şexsê dayika xwe de dixwazim bang li wan malbatan bikim. Bila bi vê rastiyê bihesin, rûyê rast ê dijmin bibînin. Nekevin xefika qirêj a dewletê. Dewlet bi rêya vê polîtîkayê hewl dide tolê ji me hilîne. Li dijî me, we, li dijî Kurdan çeka kuştina Kurdan bi destê Kurdan bi kar tîne. Bi vê polîtîkayê, bi vê lîstikê nexapin. Bi hişmendiya welatparêziyê, hêjayî rêxistinê, têkoşîna azadiyê û zarokên xwe yên gerîla bin.

Bang li hemû malbatan dikim: Ji şaşitiyê vegerin. Dibe ku dewlet hin malbatan ji ber hin lawaziyan bi kar bîne. Lê belê ya girîng ew e ku piştî demekê helwêsta pêwîst bê nîşandan, rastiya dijmin bê fêhmkirin. 

Heger ji zarokên xwe hez dikin, bi zarokên xwe re dilsoz in, divê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Bila ji bîr nekin ku em çi dikin, em ji ber hezkirina ji malbata xwe, ji ber hezkirina ji gelê xwe dikin. Malbatên li wê derê hatibin xapandin jî malbatên me ne, ji bo me hêja ne, girîng in.”

Ez bi îradeya xwe tevlî bûm

Nûda Tolhildan li ser pêvajoya tevlîbûna xwe ya nav refên PKK’ê wiha diaxive: “Dema ku ez tevlî rêxistinê bûm, bi îradeya xwe, bi têgihiştin û tercîha xwe tevlî bûm. Dayika min çi bikira jî ez ê li nava wê sîstemê nemabûma. Min ê qebûl nekira ku li nava wê sîstemê bimînim. Gelek ciwanên me yên xwende hene. Bûne parêzer, bûne xwedî pîşe, lê belê dema ku têkildarî Kurdîtiyê tiştekî dibêjin, daxwaza maf dikin, yekser ji aliyê dewletê ve tên girtin, mafên wan yekser ji wan tê standin. Bi vê rastiyê bihesin. Ji ber vê yekê divê bi çeka azadiyê mirov bi zimanê ku dijmin jê fêhm dike bersivê bidin. Ji bo vê ez tevlî nava refên gerîla bûm. Bi vî rengî beşdarî nava rêxistinê bûm.“

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.