Bi meşa ‘Mirovahiyê’ re bin

Sêşem 14 Mijdar 2023 - 00:05

  • Li bajarên Kurdistan û Tirkiyê ji bo beşdariya meşa Gemlîkê civîn tên lidarxistin. Kurd û dostên wan meşa Gemlîkê weke meşa ‘Mirovahiyê’ pênase dikin û bang li herkesî dikin, tevlî meşê bibin.

Di 18’ê Mijdarê de wê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî, ber bi Gemlîkê meşek tê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, li bajarên Stenbol, Izmîr û Agiriyê civînên gel hatin lidarxistin. 

Kesên li civîna gel a navçeya Çekmekoy a Stenbolê bûn, qala girîngiya meşê kirin û bang li xelkê kirin da ku tev li meşê bibin. 

Meryem Demîr a 40 çil salî, “Meşa Gemlîkê” weke “Meşa Mirovahiyê” penase kir û got, “Em jinên Kurd deyndarê birêz Ocalan in. Em jinan û gelan hemûyan vedixwînin da ku tevlî Meşa Gemlîkê ya di 18’ê Mijdarê de bibin.”

Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin 

Mehmet Ariç ê 68 salî jî anî ziman ku hikûmeta Tirk a heyî bi polîtîkaya xwe ya tecrîdê, hewl dide gel bitepisîne û Rêber Abdullah Ocalan bide jibîrkirin û got, “Meşa Gemlîkê gelekî girîng e. Divê her kes tev li bibe.”

Ûgûr Canli yê 27 salî jî got, Meşa Gemlîkê ya îsal li gorî salên din gelekî cuda ye û got, “Salên beriya niha jî ji bo birêz Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve meş hatin lidarxistin. Ferqa vê meşê ya ji salên din, daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e.”

Rêveberê HEDEP’ê Şerîf Karakoç jî diyar kir ku hiqûqa li gorî kesan nayê qebûlkirin: “Divê ti kes vê tecrîdê qebûl neke. Em bang li her kesê hiqûq û demokrasiyê diparêze dikin, nexasim jî bang li gelê Kurd dikin da ku piştgiriyê bide vê meşê.”

Tecrîd navneteweyî ye

Rêveberên partiyên siyasî û saziyan ên li Izmîrê jî ji bo “Meşa Azadiyê” ya ber bi Gemlîkê ve bang kirin da ku xelk tev li bibe:“Aramiya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê di azadiya fizîkî ya birêz Ocalan re derbas dibe.”

Endamê Meclisa Partiyê ya HEDEP’ê, Sabrî Gul got, Îmrali veguheriye êşkencexaneyeke taybet û wiha peyivî: “Tecrîd meseleyeke navneteweyî ye. Meşa Gemlîkê parçeyekî têkoşîna me ye û gelekî girîng e. Ji ber ku tecrîdkirina birêz Ocalan bandorê li gelên Rojhilata Navîn hemûyan dike.”

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gonul Yalçin, destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê bi taybetî jinan hedef digire û wiha bang kir: “Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe, em jinan û gelê xwe vedixwînin da ku tev li meşa ber bi Gemlîkê ve bibin.”

Rêveberê HDP’ê yê Izmîrê Mahsûm Koç jî diyar kir ku mafên destûrî yên Rêber Abdullah Ocalan tên xespkirin û got, “Em tiştekî li derveyî hiqûqê naxwazin. Ji ber vê yekê em gelê xwe û her kesê li vî welatî aştiyê dixwaze, vedixwînin da ku tev li Meşa Gemlîkê bibe.”

Rêvebera EGE- TUHAYDER’ê Leyla Kaygisiz jî got, “Em her kesê ji vê bêwijdaniyê re dibêje ‘bes e’, vedixwînin da ku tev li meşê bibin.”

Em deyndarê birêz Ocalan in

Bi pêşengiya MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê li bajarên Serhedê bi tevlibûneke zêde civînên gel pêk tên. Xelkê li navenda bajar û navçeyên Bazîd û Panosê tev li civînên gel bûn, ji bo tevlibûna meşa 18’ê Mijdarê bang kir. 

Necdet Ayna got, di kesayeta birêz Abdullah Ocalan de Kurd hemû tên tecrîdkirin: “Ev meş ne tenê ji bo azadiya birêz Ocalan e, ji bo azadiya gelên di bin zilmê de hemûyan tê kirin. Ji bo azadiya gelan divê herkes tevkariyê li meşê bike.” 

Mehmet Salîh Çalboga jî got, “Gelê Kurd bi berxwedanê divê vê tecrîdê rake.”

Hîkmet Adiguzel ê tecrîd weke “zilmê” nirxand û got, “Ocalan, vîna gel e û divê ev tecrîd bê rakirin.” 

Mahmût Donder jî got, “Ocalan ji bo mirovahiyê hemûyî aştiyê diparêze û serokekî ku tarîtî ronî kiriye. Divê herkes tev li meşa 18’ê Mijdarê bibe.”

Bediuzaman Ozbe jî got, “Divê tecrîd rabe û rêya aştiyê were vekirin. Divê herkes ji bo nirx û têkoşîna xwe li qadan be.”

Dîlaver Anikli jî wiha got: “Em deyndarê birêz Ocalan in. Ji ber vê yekê em bi xwedîderketinê û têkoşîna bi rêxistinî di 18’ê Mijdarê de li Gemlîkê bin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.