• Îmamên AKP´ê wê li kampa Şûkê ya Geverê van melayên PDK´ê perwerde dikin. 

Li gorî çend çavkaniyên cuda yên herêmî, PDK’ê komek melayên xwe şandine kampa Şûkê ya li Geverê da ku îmamên AKP’ê wan perwerde bikin û di xutbeyan de li dijî PKK’ê biaxivin û agahiyên ne rast li ser PKK’ê belav bikin.

Li gorî heman çavkaniyan hîna nû PDK´ê komek melayên Amediyê ji bo perwerdeyê şandiye Bakurê Kurdistanê. Îmamên AKP´ê wê li kampa Şûkê ya Geverê van melayên PDK´ê perwerde dikin. 

Li ser naveroka perwerdeyê jî heta niha tişta tê zanîn ew ku "Di xûtbeyan de dijayetiya PKK’ê bikin, agahiyên ne rast li ser Tevgera Azadiyê û gerîlayan belav bikin, gelê herêmê li dijî gerîla sor bikin û rabikin". Hate gotin ku 6 mela bi taybetî li herêmê hatine erkdarkirin û perwerdekirin ji bo xizmetê ji şerê taybet ê dewleta Tirk û PDK’ê re bikin. Hate gotin, ji bo vî karê qirêj ê li dijî Kurdan û Kurdistanê, van pereyekî zêde dane van melayan.

RojNewsê da zanîn ku çakvaniyên herêmî nav û wêneyên van melayên ji re şandine; lê ew ê heta ev agahî û nasnameya melayan bi temamî zelal nebe, van wêneyan neweşîne. 

Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî xelkê û ji bo valakirina deverê ji xelkê wê, mirov dikare vê gavê jî di heman çarçoveyê de binirxîne.

DIHOK