Malbata Koç a Nisêbînî ku xwe ji bo Cejna Zimanê Kurdî amade dike, bang li malbatan kir ku li mala xwe bi zarokan re bi Kurdî biaxivin û anî ziman ku divê zarok bi zimanê dayikê perwerde bibin.

Malbata Koç a 17 salan li Îzmîrê ma vegeriya Nisêbînê. 3 zarokên malbatê hene. Tevî ku zarok li Îzmîrê çêbûne zarok bi zimanê dayikê mezin bûne. Malbatê heta dibistanê jî tercîh nekiriye ku zarok hînî Tirkî bibin. Zarokan bi pankartan daxwazên xwe yên di warê zimanê Kurdî de îfade kirin. Bavê malbatê Mazlûm jî xwest her kes xwedî li zimanê dayikê xwedî derkeve û got: “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafek e. Divê gelê me ji bo zimanê xwe bixebitin. Ev bar li ser milê dê û bavan e. Divê em bi kurdî biaxivin û bifikirin. Zimanê me hebûna me ye, azadiya me ye.”

MA/MÊRDÎN