- Koma Hinek Henek bi 5 skecên nû û bi lîstikvanên nû careke din derket pêşberî temaşevanan.
Koma Hinek Henek bi 5 skecên nû û bi lîstikvanên nû careke din derket pêşberî temaşevanan.
Koma Hinek Henek ku cara ewil di 13'ê Cotmeha 2019'an de bi skecên cûr bi cûr di Stêrk TV'yê de derket pêşberî temaşevanan, bi elaqeyeke mezin lê tê temaşekirin. Hinek Henek vê hefteyê jî bi 5 skecên nû û bi lîstikvanên nû derket pêşberî temaşevanan.
Skeca bi navê "Baytar" ji aliyê helbestvan Elîxan Loran ve hatiye çêkirin. Baytar, di dema dîjîtalê de bi awayekî online perwerde bûye. Ji ber vê di pratîkê de nikare baytariyê bike. Skeca Baytar, asas, quretiya nezaniyê rexne dike.
Lîstika "Xalê Şêro û Feza" jî ji aliyê M. Alî Çelebî ve hatiye nivîsandin. Xalê Şêro ku bi derewên xwe navdar e, di vê skecê de kevirên ku ji fezayê ji aliyê fezayiyan ve tên avêtin zevt dike û ji bo kevir bi ser 'Qulpiyan' (Pasûr) de nebarin berê xwe dide fezayê.
Cara ewilî Kirmanckî
Lîstika "Spînoza û Rênçber Ezîz" ji aliyê Ûmût Yilmazer ve hatiye nivîsandin û bi zaravayê Kirmanckî ye. Koma Hinek Henek cara ewil e skeceke Kirmanckî dilîze. Lîstik li ser têkiliya di navbera fîlozof û Kirmancan de disekine. Di lîstikê de tê îdiakirin ku Kirmanc û Yewnan xizmên hev in.
"Dora Texsiyê" jî ji aliyê Elîxan Loran ve hatiye nivîsandin. Di lîstikê de bûkek, meleyek û birîndarek ji bo dora texsiyê ji hev bistînin dikevin ber hev. Lîstik nakokiyên di civakê de rexne dike.
Lîstika bi navê "Hîv" jî ji aliyê Ûmût Yilmazer û Koma Hinek Henek ve hatiye amadekirin. Di lîstikê de li ser çûna hîvê ye.
MA/AMED