Bi lêdanê girtî li erdê dirêj kirin
Çarşem 19 Adar 2025 - 02:45
Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi ser qawîşan de girtin, girtî li erdê dirêj kirin û îşkence li wan kirin. Girtiyan di hevdîtinan de behsa serdegirtina odeyan kirin.
Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê piştî ku hate îdîakirin gardiyanan li girtiyan dane, parêzeran bi 2 girtiyên ku ji girtîgehê birin qawîşê re hevdîtin kirin. Girtiyan di hevdîtinan de behsa serdegirtina odeyan kirin û gardiyanan girtî bi zorê li erdê dirêj kirine û îşkence li wan kirine.
Parêzeran wiha behsa bûyerê kirin: "Bûyer 9 'ê Adarê danê nîvro pêk hat. Ev bûyer dema 3 girtiyên ku çûn mafê xwe yê telefonê bikar bînin ji telefonê vegeriyan pêk hat. Dema girtî ji telefonê vedigerin dibînin ku li korîdora ku lojman lê hene gelek gardiyan hene û bi dengekî bilind dibêjin ku wê lêgerînên qawîşê hebin. Bi dîtina vê yekê gardiyanan mudaxele kirin û girtî danîn erdê, bi lingan li pişta wan xistin. Tevî ku girtî dibêje dîskek wî ya hernîkî heye jî dest ji mudaxaleyê bernade û mudaxaleyek ku şîdetê zêde dike pêk tê. Dîtina mudaxaleya ku berdewam dike bi gelek gardiyanan re ketin korîdorê hemû qawîşên di korîdorê de bertek nîşan didin û bang li deriyan dikin. Piştre jî mudaxele li hemû siyasiyan jî tê kirin."
Parêzeran diyar kirin ku bi ser qawîşên; C-9, C-13, C-16, C-33, C-21 de hatiye girtin û her kes li erdê dirêj kirine.
Diyar bû ku girtiyan giliyê sûc li Serdozgeriya Komarê ya Wanê kirine û xwestine lêpirsîna îdarî li Wezareta Dadê were vekirin. Her wiha girtiyan bang li rêxistinên hiqûqî kir ku serdana girtîgehê bikin.
MA/WAN