Bi Kurdan re lihevkirinê bikin!

Çarşem 31 Tîrmeh 2024 - 00:19

Nivîskar Perwîz Huma û Hawkar Nesredîn ên ji herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê derbarê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk de axivîn. Perwîz Huma diyar kir ku ev dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ne nû ye û ji aliyê leşkerî ve jî têk çûye û got:“Aliyekî siyasî li Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re lihevkirinek çêkiriye, em dixwazin ew lihevkirina ku bi dagirkeran re hatiye çêkirin. Ev jî bûye sedem ku gundî gundên xwe vala bikin. Valakirina navçeyên Herêma Kurdistanê û gundan û hatina ber bi bajaran tê wateya biçûkbûna erdnîgariya Kurdistanê û berffirehbûna desthilata dagirker. Tirkiye dixwaze xîlafeta Osmanî vejîne û ev armanca Tirkiyeyê ji bo gel û rewşenbîr û nivîskaran cihê nerazîbûnê ye. Madem aliyekî siyasî yê Herêma Kurdistanê dixwaze lihevkirinekê çêke, bila bi Rojavayê Kurdistanê û bi aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê re lihevkirinekê çêke ku encameke mezin û berjewendiyeke gelek baş ji bo Herêma Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê re bîne, ji ber ku ew siyaseteke aqilane dimeşînin.” Hawkar Nesredîn jî got:“Dewleta Tirk tu carî rêz li çand û zimanê Kurd negirtiye û bi dirêjahiya dîrokê Kurd çewisandine. Eger em li desthilata dewleta Tirk binêrin, ne tenê li hundirê Tirkiyeyê çewisandin heye, li her derê ew li dijî Kurdan e, eger em bala xwe bidin, dewleta Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe û bi çekên qedexekirî êrişî ser Kurdên Sûriyeyê kir. Her wiha çekên qedexekirî li Qendîlê bi kar anîn. Hin partiyên siyasî ne tenê bêdeng in, her wiha bûne hevkarên dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk ne tenê li dijî mirov e, her wiha li dijî jîngeh û jiyanê ye jî. Erka me hemûyan e ku em li hember vî karê qirêj ê dewleta Tirk a dagirker a xwedî helwest bin.”

ANF/ZERDEŞT GERMIYANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.