- Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dewam dike, kete hefteya 485'an.
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dewam dike, kete hefteya 485'an. Nobedarên vê hefteyê jî komek ji bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê ye. Nobedar jî Nadîr Bîngol, Zekiye Aktaş, Selîm Ogan û Fevzî Ozçelîk e.
Nadîr Bîngol bi navê komê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in tecrîdkirî ye û ev dîlgirtin ji bo wan şermek e.
Bîngol anî ziman ku Ewrûpa li pêşberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê bêdeng e û got, "Heta ku tecrîda li ser Rêber Ocalan neyê rakirin û azadî neyê misogerkirin nepêkane ku pirsgirêka Kurd bê çareserkirin."
STRASBOURG