Bi kilaman êşa dil didêre

Nûçeyên Çand/Huner

În 22 Tîrmeh 2022 - 22:06

  • Kumru Babat ji van kesan e ku li Kurdistanê êşa dilê xwe bi kilaman vedibêje. 

Kumru Babat ji van kesan e ku li Kurdistanê êşa dilê xwe bi kilaman vedibêje. 

Kumru (Qumrî) ya ku dibêje, ew temenê xwe yê rast nizane, li gorî nasnameya xwe 60 salî ye. Qumrî li Cizîra Botan ji dayik bûye, û ev 40 sal in li navçeya Şirnexê Hezexê dimîne. Qumrî ji malbateke koçer e û heta 17 saliya xwe jî koçer bûye. Piştre dizewice û li Hezexê bi cîh dibe. 

Qumrî dibêje, dewleta Tirk gelek zilm li wna kiriye: “Em jiyanê derbas dikin. Lê tenê derbas dikin. Ji me re jiyaneke xweş û aram nehiştin. Jiyana me di bin tirs û zilmê de derbas dibe. Girtin heye, kuştin heye û şer heye. Em bi dilekî rehet nikarin razên. Avahiya me gelek caran hate gulê barandin. Lê dîsa jî em ji xaniyê xwe derketin.”
 
‘Li dijî zilmê yekitî divê’

Qumrî dibêje, divê li dijî vê zilmê Kurd yekitiya xwe ava bikin: “Em Kurd jî tevî vê zilmê li xwe xwedî dernakevin. Em nabin yek û heta niha jî em di bin vê zilm û zordariyê de ne. Bi milyonan kurd hene. Lê li sazî û dezgehên dewletê zimanê me qedexe ye. Zimanê me nas nakin lê yê xwe li me ferz dikin.”
 
Kilamên nihurandina êşa xwe

Qumrî dibêje, tevî vê zilmê jî têkoşîn û berxwedanek hatiye hûnandin û wiha pê de diçe: “Gava ku dayikan evqas êş û zilm dikişandin ji bo ku êşa wan sivik bibe, êşa xwe parve bikin, li ser zarokên xwe lorandin û kilam gotin. Bi vî awayî hinek jî be êşa xwe ji dilê xwe avêtine. Ez li ser êşa dilê xwe dibêjim. Li ser êşa ciwanên Kurdan dibêjim. Ên ku li ber xwe didin û têdikoşin tînim bîra xwe, li ser wan dibêjim.”

Xwezî ciwan jî çandê biparêzin

Qumrî di heman demê de neqşan jî çêdike û ji bo ku ew kevneşopiya karên bi destan winda nebe, hewl dide:

“Berê jinan gelek karên destan çêdikirin. Çandekê me ya dewlemend heye. Lê mixabin niha tê windakirin. Gava ez vê rewşê dibînim, xemgîn dibim. Me tevn çêdikir, teşî dirêsa. Her wiha gelek amûrên me yên ji bo tevnê hene. Ez hê jî wan vedişêrim. Ew ji salên koçertiyê heta niha ligel min mane û hiltînim. Ez dixwazim ku heta ez sax bim bila bimînin. Min dixwest nifşê me yê nû jî wê çandê biparêze.”

JINNEWS/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.