Bi ‘kemana nûh’ dixwaze dinyayê xelas bike

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Cotmeh 2021 - 01:33

Hunermend Livio de Marchi ji Venedîkê ye û sinehetkarekî baş yê axşebê ye. Heya niha bi axşebê ango tiştên darîn peykerên bêhempa sêwirandiye û di vî warî de kesekî pirr afirîner e. Ew herî dawî keştiyeke piçûk ya bi navê “Kemana Nûh” çêdike û ev keştiya wek kemanê dadixe qenalên Venedîkê. Ew bi vê kemanê dixwaze mirovan ji aciziya pandemiyê dûr bixe û ber dilê wan xweş bike. 

Kemana ku nîşaneya muzîk û çandê ye tevî çend muzîkjenan bi rê dikeve û li seranserê qenalên Venedîkê digere. Muzîkjenên ku li ser “Kemana Nûh” bi cî dibin muzîka Vîvaldî lê dixin û kesên li keviya qenalên avê dimeşin bi dengê muzîkê mest dibin û gelek kêfa wan tê. Ji bo mirov ji bin bandora nexweşiyê rizgar bibin dixwazin bi Vivaldi hêviyek çêkin. Ev hêviya wan li ser çem ango qenalên avê diherike û mirov li konserên wan yên ciyawaz temaşe dikin.

Livio de Marchi gava li wêneyekî xwe dinihêre ev fikir tê bîra wî û dixwaze keştiyeke bi vî rengî çêbike. Livio piştî biryar dide tiştek wiha çêbike gazî çend hunermend, sinehetkar û teknîsyenan jî dike û wan jî bi vê fikra xwe qaneh dike. Di dawiya xebatek hevpar de ev keştiya wek kemanê ya xweşik derdikeve holê. Ev kiştiya wek kemanê gelek afirîneran li hev kom kir û di dawiyê de li ser avê ango “Kemana Nûh” konserek hat lidaxisitin ku ev konser xeyala Livio de Marchi bû. 

Livio de Marchi bi hevalên xwe re ji bo karibe ev keman çêbike perçe perçe xebitî û herî dawî perçeyên ku çêkir bi hev ve kir. Ew dixwaze ev keştiya wî ya wek kemanê li gelek qenalên din jî biherike û li ser keştiyê konser werin lidarxistin. Livio de Marchi dibêje, “Min navê vê keştiyê danî ‘Kemana Nûh’, ji lewre huner û muzîk dikare perçeyek hezkirin bibe her derî û dinyayê xelas bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.