Bi Îslama Demokratîk biçin cem gel

Çarşem 28 Hezîran 2023 - 16:15

  • Bayik: divê hûn bi siyaseta îslama demokratîk biçin cem vî gelî, xwedî li gel derkevin û wan bixin nava xwe. Wê demê ev tifaq wê li Tirkiyeyê encamên mezin bi xwe re bîne. 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV´yê bû û di bernameyê de encamên hilbijartinê, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk, nirxand.

Bayik got, ji bo ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk were, divê têkoşîn were geşkirin. Bayik rewşa piştî hilbijartinê jî nirxzand û got, êrişên li ser Rêberê Gelê Kurd, PKK û siyaseta demokratîk zêde bûne û wiha dewam kir: “Dixwazin Tifaqa Ked û Azadiyê ji holê rakin. Di vê pêvajoyê de divê em zêdetir xwedî li projeya Rêber Apo derkevin.”

Cemîl Bayik li ser tecrîda li Îmraliyê got, “Dewleta Tirk a dagirker hê jî dixwaze polîtîkaya xwe ya qirkirinê bidomîne. Heke em polîtîkayên qetlîamên berê yên li ser gelan fêhm nekin, em ê nikaribin nêzîkatiya wan a îro ya li hemberî Rêber Apo jî fêm bikin. Heke li dijî Rêber Apo siyaseteke bi vî rengî tê meşandin, ev polîtîka li dijî Kurdan, gelan û mirovahiyê tê meşandin. Heke dewletek qirkirinê ji xwe re dike esas û ew dewlet hesabê hiqûq, edalet û qanûnên navneteweyî nake. Em dibînin, dema têkoşîn bilind dibe, tecrîdê hinekî sist dikin, lê dema ku têkoşîn qels dibe, tecrîda mutleq ji nû ve dixin dewrê. Ji ber vê yekê divê her kes li hemberî tecrîda mutleq erka xwe baş fêm bike û li ber qirkirinê rabe. Yên ku xwe weke welatparêz, sosyalîst, demokrat û rewşenbîr pênase dikin, divê li dijî tecrîda mutleq bin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bilind bikin.”

 

Xwedîderketina li Rojava

Li ser êrişên dewleta Tirk ên qirkirinê yên li dijî Rojava jî Bayik got, “Heger Sûriye muzakereya bi Kurdan re û çareserkirina pirsgirêkê esas negire, helbet Kurdên Rojava wê tifaqa xwe ya bi gelan re xurt bikin. Ew ê serî li hemberî dewleta Tirk netewînin. Divê ev yek were zanîn. Heger Sûriye nexwaze ku xaka wê zêdetir were dagirkirin, wê demê divê têkîliyên xwe yên bi Kurdan re bi pêş bixe. Rojava nirxên xwe yên mirovahiyê diparêze. Lewma her kesê ku dibêje ez demokrat im, sosyalîst im, ekolojîst im, azadîxwaz im, hunermend im, rewşenbîr im, dijberî dagirkerî, îlhak û faşîzmê me, ez nirxên demokrasî û mirovahiyê esas digirim, divê xwedî li Rojava derkeve. Ji ber ku Rojava ne tenê ji bo xwe, ji bo mirovahiyê jî têdikoşe. Ev yek di pratîkê de îspat kir.”

 

Nîqaş ji bo çareseriyê waterdar in

Cemîl Bayik hilbijartina Gulana bihurî jî nirxand û got, “Hilbijartina meha Gulanê pir girîng bû, lewma her kes nîqaşan dike. Nîqaşkirin ne xelet e û nîqaş pêwîst e, lê ya girîng ew e ku nîqaşên ku ji aliyê hêzên azadîxwaz û demokrasiyê ve tên kirin, veguherin geşedanên erênî û serketinê. Heger nîqaş bi vî rengî bên kirin, wê wateyeke xwe hebe. Weke ku tê zanîn Tifaqa Ked û Demokrasiyê hat bipêşxistin. Ev biryareke baş bû ku li Tirkiyê tifaqeke wiha çêbe. Divê ev tifaq bêtir bihata mezinkirin. Di pratîkê de baş nehate pêkanîn. Hin kêmasî hebûn. Dibe ku kêmasî û xeletî hebin, lê divê ji wan ders û tecrûbe were girtin. Wê demê kêmasî û şaşî wê ji holê rabin. Yên ku dixwazin bi ser bikevin divê bi vî rengî nêz bibin.”

Bayik wekî din hin pêşniyaz jî ji bo tifaqê kirin û got, “Yên ku di vê tifaqê de cih girtine, divê têkiliyên xwe yên bi gel re xurt bikin. Ji ber ku derket holê di van têkiliyan de hin qelsî û kêmasî hene. Heger têkiliya bi gel re tinebe, siyaset jî wê ti carî encamekê nestîne. Ji ber ku ew tifaq, tifaqa azadî û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê li ser esasê civakê be. Divê civakê birêxistin bike û vîna xwe derxe holê. Niha AKP kesên bawermend li dora xwe dicivîne, ev parçe, parçeyekî bi hêz a Tirkiyeyê ye. Ji ber vê jî divê pêşî li îstîsmara Erdogan bigirin da ku li ser kesên bawermend siyasetê neke. Heger hûn vê yekê nebînin, li gorî wê siyasetê nekin, xwedî li vê civakê dernekevin û wan nexin nav xwe, li Tirkiyeyê hûn nikarin encamekê bistînin.” 

Siyaseta Rêber Apo beramberî gel

Bayik di vî warî de bal bire ser siyaseta Ocalan û got “Ji ber vê yekê Rêber Apo li hemberî vê siyasetek bi pêş xist. Siyaseta Rêber Apo li ser siyaseta Îslama demokratîk bû. Ji ber ku Îslam li Tirkiyeyê serdest e. Bi giranî nifûsa wê Misilman e. Heger hûn vê yekê nebînin, hûn çi bikin jî hûn ê encamekê nestînin. Ji ber vê yekê pêwîst e her kesa di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de vê yekê bibîne. Ji bo vê jî divê hûn bi siyaseta îslama demokratîk biçin cem vî gelî, xwedî li gel derkevin û wan bixin nava xwe. Wê demê ev tifaq wê li Tirkiyeyê encamên mezin bi xwe re bîne. Bi vê hilbijartinê re rastiya paradîgmaya neteweya demokratîk derket holê. Pirsgirêkên li Tirkiyeyê tenê bi paradîgmaya neteweya demokratîk çareser dibin.

Çawa ku gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd li hemberî paradîgmaya neteweya demokratîk coş û kelecaneke mezin hîs dikin û li ser vê bingehê têdikoşin, hinek jî ji vî tiştî ditirsin û êrişî wê dikin. Bi van êrişan dixwazin Tifaqa Ked û Azadiyê tine bikin. Di vê pêvajoyê de pêwîst e projeya Rêber Apo bi pêş xistiye zêdetir were parastin. Heke tifaqa Ked û Azadiyê li ser van esasan bê avakirin, wê êriş pûç bibin û tifaq jî wê xurttir bibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.