- Atolyeya Huner a Aryen a Wanê, ev demeke dirêj bû ku xebata bi navê “Projeya Çîrokê” hazir dikir.
Atolyeya Huner a Aryen a Wanê, ev demeke dirêj bû ku xebata bi navê “Projeya Çîrokê” hazir dikir. Atolyeyê, di çarçoveya projeyê de konsera xwe ya pêşî da. Di projeyê de çîrokên Kurdî bi awayekî înstrûmantal tên gotin. Di xebatên amadekirina projeyê de 12 kesan cih girt. Derhênerê Huner ê projeyê Kemal Yildirim diyar kir ku rexneyên erênî tên kirin û xelk elaqeyeke mezin nîşanî projeya wan dide.
Kemal Yildirim diyar kir ku ev demeke dirêj e bi muzîkjenên bajêr re xebatên hevpar dimeşînin û got, “Mebesta me ya ji vê xebatê ew e ku çand û muzîka Kurdî em di nava gel de belav bikin. Ev nêzî mehek û nîvê ye, em tevî hevalên xwe yên muzîkjen amadekariyan dikin. Me konsera xwe ya ewilî jî li Wanê da. Elaqeya gel zêde bû, ji wê jî em gelekî kêfxweş bûn. Li tevahiya Gulanê em dê bi gelê xwe re bin. Ji bo me tiştekî girîng e ku em stran û çîrokên Kurdî bi hunerê xwe pêşkeşî gel bikin.”
Kemal Yildirim da zanîn ku ew çalakiyên xwe li ser daxwaza gel dikin û wiha peyivî: “Divê xebatên hunerî yên li Kurdistanê zêdetir bên kirin.
Zexteke mezin li ser Kurdî û hunerê Kurdan heye. Lewma divê hunermend pêşengiyê bikin. Divê hunermend bêhtir bixebitin û çanda me baş vebêjin. Elaqeya gel a ji bo huner û çanda me zêde ye. Em dixwazin bibin bersiva vê daxwazê. Em ê li dijî zexta tepisandinê ya dewletê jî têbikoşin. Hunermend tên binçavkirin û konserên wan tên betalkirin. Weke hunermendên Kurd, em van kirinan şermezar dikin.”
Kemal Yildirim herî dawî jî got, “Divê her kes piştgiriyê bide komele û saziyên ku li Kurdistanê ji bo huner, xebatan dimeşînin. Heke gelê me piştevaniyê bike, karên baştir dê bên kirin. Banga me li gelê me jî ew e ku beşdarî çalakiyên Atalyeya Huner bibin.”
MA/WAN