Bi hunerê debara xwe dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 29 Sibat 2024 - 00:54

ZEYNEB ÎSA / NÛJINHA / QAMIŞLO

Merdiya Ehmed a 60 salî ji gundê Hîmo yê bajarê Qamişloyê, ji 13 saliya xwe ve bi hunera destan mijûl dibe. Merdiya têkildarî karê xwe dibêje:“Ez ji 13 saliya xwe ve bi karên dest re mijûl dibim, hezkirina min ji karên dest re pir zêde bû. Di dema xebata dayika min de bi jinên taxê re, ez gelek bi bandor bûm, min xwest ez jî fêr bibim. Ez her tiştê ji min tê xwestin çêdikim gore, kirasên zarokan, lepik, papik, êlek û kum çi be ez çêdikim. Ez her ku tiştekî çêdikim kefa min jê re tê ji karê xwe hez dikim.”

Leyla Merê ya bi temenê xwe 20 salî ji bajarê Qamişloyê çenteyên dest bi morîkan çêdike jî got:“Tenê ev 15 roj in ez fêrî çêkirina çenteyên bi morîkan bûme. Tevî ku di demeke kurt de min dest pê kir, ez gihîştim asteke bilind ku şopînerên min bi hezaran in û qewîtiya çenteyên ji morîkan ji min dikin. Armanca min ji fêrbûna vî karê ew e ku ez alîkariya malbata xwe bikim û tiştên xweşik ji civaka xwe re çêbikim.”

Neda Mihemed jî jineke ciwan a 23 salî ye ji navçeya Dêrikê jî wiha behsa karê xwe kir:“Ev 7 meh in min dest bi karê çêkirina mûman kiriye. Destpêkê min ev kar ji xwe re kir weke jêhatîbûnekê û min got ez dikarim bikim û her bi pêş ketim. Ez dixwazim ji her jinê re bibêjim jêhatîbûna xwe derxin ji xwe re kar bikin alîkariya xwe û malbata xwe bikin. Her tişt zehmet e destpêkê lê dema ku te dest pê kir hêsan dibe xwe hewceyî tu kesê nekin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.