Bi hunera xwe hêza Kurdan nîşan didim

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 29 Hezîran 2024 - 00:15

Jina şêwekar Dilsoz Resûl bi firçeya di destên xwe de êşa Kurdan û zehmetiyên jinan diterisîne ser tabloyan û nîşan dide. Dilsoz dibêje, “Ez ti demê bi bêhêvîtî li jiyanê temaşe nakim, hêviyê didim jinan û her tim zemînek ji bo keyfxweşî û heskirinê dihêlim.”

Şêwekar Dilsoz Resûlî ji zarokatiya xwe de kêfa wê ji çêkirina wêne û tabloyan re hatiye, li gor wê reng û tablo dikarin peyamek baş bidin mirovan. Ji bo wê ew hertim hewl dide bi rêya xêzkirina wêneyan peyamên cûda yên jinan bigihîne civakê.

Dilsoz Resûl (42) li navçeya Koye hatiye dinê, beşa şêwekarî li Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê qedandiye û li Silêmaniyê dijî. Heta niha bi wêneyên xwe tevlî 46 pêşangehên hevbeş ên şêwekariyê bûye.

Wek Dilsoz dibêje, ji zarokatî de heskirina wê ji karê çêkirina wêne re hebû û di sala 1990’î de bi çalakiyên li dibistanê tevlî cîhana wênesaziyê bûye. Piştre jî li peymangehê beşa şêwekarî qedandiye û niha jî ew dixwaze bi rêya tabloyan xeyal û cîhana xwe bi awayek hunerî nîşan bide.

Tevî 46 pêşengahan bûye

Dilsoz Resûl diyar kir ku wê li navxwe û derveyî Kurdistanê tablo û wêneyên xwe nîşan daye û heta niha tevlî 46 pêşangehên hevbeş ên şêwekarî bûye.

Bi bêhêvî li jiyanê nanerim

Derbarê astengî û zehmetiyên di jiyana wê ya hunerî de derketine jî Dilsoz Resûl got: “Tevî ku li Başûrê Kurdistanê dest bi ser azadiyên jinan de hatiye girtin û bûne asteng ji bo jin bi xwesteka xwe kar bikin, lê min kariye bi piştgiriya malbata xwe hemû astengî û zehmetiyan derbas kim. Ez ti demê bêhêvîtî li jiyanê temaşe nakim, hêviyê didim jinan û hertim zemînek ji bo kêfxweşî û heskirinê dihêlim.”

Divê jin rastiya xwe biparêzin

Dilsoz da zanîn ku divê jin astengiyên li pêş xwe rakin, ber bi armanca xwe ve bimeşin, xwezayîbûna xwe biparêzin û wisan bikarin serkeftinê bi dest bixin.

Kurd hêz in

Di dawiyê de jî Şêwekar Dilsoz Resûl got: “Ez dixwazim bi hunera xwe nîşanî civaka Kurd bidim ku hêzek in, xwedî kêrhatinên xwe yên taybet in û dikarin li ser lingên xwe bisekinin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.