Bi huner welatekî bedew

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Tebax 2022 - 22:12

  • "Bi deng û hunerê xwe em ê dagirkeriyê têk bibin û welatekî bedew ava bikin"

YARA KENDEŞ / JINNEWS/KOBANÊ 
 
Li dijî êrişên dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê, Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Herêma Firatê, bi dirûşma "Bi deng û hunerê xwe em ê dagirkeriyê têk bibin û welatekî bedew ava bikin" bernameyeke çalakiyan li dar xist. Koma Botan beşek ji stranên şoreşê gotin. Li Kolana Şehîd Moro belgefilm li ser berxwedana têkoşerên azadiyê, hate nîşandan. Di roja sêyem de jî li ber ava Firatê ya Qereqozaq a li başûrê rojavayê Kantona Kobanê, çalakî hat lidarxistin. Li Baxçeyê Abdullah Ocalan çalakiyeke hunerî hat lidarxistin. Ev çalaki dê li kolan û taxên Kantona Kobanê belav bibe.  Endama Navenda Çand û Hûner a Baqî Xido, Leyla Ehmed di vê bernameyê de cihê xwe digire.
 
‘Jinên leheng dikin armanc’

Leyla Ehmed got, ew weke Tevgera Çand û Huner a Mezopotamyayê êrişan şermezar dikin û wiha peyivî: "Ev dewleta dagirker dixwaze bi rêya êrişan, komkujiyan bike û jinên pêşengiya şoreşê dikin, bike hedef. We dît,  cangoriyên azadiyê Hebûn, Zehra, Yadê Emîne ku dayika zarokan bû, kire hedefa xwe. Yên weke Dilar, Ronahî, Cîhan û Kobanî hedef girtin.

Dewleta Tirk dixwaze jinên bi ruhê şoreşê tev digerin û heta dawî parastine, lawaz bike. Lê ew ê bi ser nekeve."
 
Bi şanoyê ‘lîstikên dewleta Osmanî’

Leylayê di dawiyê de got, "Em ê her dem êrişên dewleta Tirk pûç bikin. Em bi rêya şanoya xwe, 'lîstikên dewleta Osmanî’ nîşanî xelkê xwe dikin. Em ê wekî tevgera çand û huner, gefên dewleta Tirk pûç bikin. Em ji dewleta Tirk re dibêjin, parêzvanên me hene, yên ku ji bo hebûn û rûmetê şer dikin û sînga xwe li ber top û bombeyan vekirine. Em ê heta kêliya dawiyê bi saya fikr û ramanên Rêberê gelan bimeşin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.