Bi huner li dijî sûcên dewleta Tirk

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 2 Tebax 2022 - 21:03

Li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker, Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya kantona Kobanê dest bi hemleya çalakiyên hunerî kir.

Li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker, Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya kantona Kobanê dest bi hemleya çalakiyên hunerî kir.

Navendê li Baxçeyê 19`ê Tîrmehê yê li Kobanê bi beşdariya şêniyên bajêr şevbuhêrkek li dar xist. Di şevbuhêrkê de helbestvan Mihemed Misê (Hemê Kobanê) helbestek xwend û sûcên dewleta Tirk şermezar kirin. Wî her wiha bang li xelkê kir da ku li ber xwe bidin û têbikoşin.

Dûvre Koma Botan a navendê û Koma Hevrîn a Tevgera Kevana Zêrîn stran gotin. Li gorî bernameya hemleyê, li navçe û bajarokên herêma Firatê hemûyan wê çalakî werin lidarxistin.

Têkildarî mijarê endamê navendê û helbestvan Mihemed Misê got, armanca vê hemleyê şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker e. Misê destnîşan kir ku çalakî wê çend hefteyan dewam bikin û hefteya bê jî ew ê li Baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan ê nêzî pira Qereqozat be.

Mihemed Misê got, ew ê bi çalakiyên xwe sûcên artêşa dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.