• Çil şêwekarên ji Efrînê, li Şehbayê 58 rojên Berxwedana Serdemê û jiyana zehmet a li Şehbayê bi hunerê xwe rave dikin.

CAFER CAFO/XANDÎ ELO
ANHA/ŞEHBA

Çil şêwekarên (resam û peykertiraş) ji Efrînê ku niha li Şehbayê ne, li ser kaxizeke spî fikrên xwe û rastiya bûyerên 58 rojên Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, û jiyana zehmet a li Şehbayê, rave kirin.
Di nava van resaman de ciwan, zarok û temenmezin ên ji kantona Efrînê koçberî kantona Şehbayê bûne, hene. Ew bi rêya hunerê xwe dengê xwe dikin yek, da ku peyama xwe ragihînin civaka navneteweyî.
Komîna Wênesaziyê bi koordîneya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) pêşangeha şêwekariyê bi diruşma “Efrîn gazî me dike… Qîrîna Sûriyê ye” li dar dixe.
Armanc ji vekirina pêşangehê ew e ku peyama şêniyên Efrînê bi rêya hunerê bigihînin raya giştî.

Gelek cûreyên hunerî hene
Niha di komînê de 34 resam û 6 peykertiraş hene. Temenên wan di navbera 10 û 60 salî de ye. Komîn li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê ye. Ji ber belavbûna vîrusa korona, hunermendên pêşangehê bi dorê di sê beşan de nobetê digirin.
Beşdar bi rêya gelek cureyên hunerê wênesazî û şêwekariyê azarên gelê Sûriyê û sûcên ku pêk hatine û hîna pêk tên, radixin ber çavan.
Li gorî berpirsên pêşangehê, pêşangeh wê heta bidawîkirina tabloyan bidome, yanî wê piştî derdora mehekê bi dawî bibe. Endama rêveber a Komîna Wênesaziyê Sebah Elî got: “Em hewl didin ji cîhanê re azar û êşên şêniyên Sûriyê, nexasim li Efrînê ragihînin. Di pêşangehê de gelek cureyên hunerî hatine bikaranîn ên razber, rastbîn, derbirîn û gelek cureyên din.”

Li tevahiya parêzgehên Sûriyê

Endamê rêveber ê Komîna Wênesazî, Erdelan Îbrahîm dibêje, “Em hunermend bi rêya tablo û peykerên ku em çêdikin peyama xwe radigihînin. Em zeytûnan û bajarê wêrankirî xêz dikin. Em dixwazin vê pêşangehê derxînin derveyî Şehbayê û li tevahiya parêzgehên Sûriyê li dar bixin. Heta ku bi dest me keve jî em ê li Ewrûpayê jî li dar bixin.”
Beşdarekî Komîna Wênesazî, Reşîd Dawûd e, ew ji bo tabloya xwe dibêje, “Zeytûn piştî ku hate birrîn, diqîre.”
Ahrîman Hesen jî ji endamên komînê ye, ew dibêje, “Di tabloya min de jineke ku hevserê wê ji ber topbaranê hatiye kuştin, heye. Her wiha di tabloyê de zarokên sêwî hene.”