Komîna Sînemayê ya herêma Efrînê bi hevkariya MSD’ê pêşangeheke wênesazî û peykersaziyê li hola Lîstikan a kampa Serdemê vekir. Pêşangeh bi boneya salvegera destpêka Berxwedana Serdemê û dagirkeriya dewleta Tirk hat organîzekirin û 44 şêwekar û peykersazên ji Efrînê beşdarî pêşangehê bûn. Amakedariyên vê pêşangehê 4 mehan dewam kirin.

Pêşangeh bi diruşmeya “Em tên ey Efrîn..Bi ruhê berxwedanê em ê dagirkeriyê têk bibin” hate lidarxistin. 

Tê de 102 tablo û 10 berhemên peykesersaziyê hatin nîşandan, û hemû jî balê dibin ser komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê û zehmetiyên penaberiyê li kampan.

Nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweser, partî û saziyên siyasî, Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan di vekirina pêşangehê de amade bûn.

Hevserokê Komîna Wênesaziyê, Erdelan Îbrahîm got, tevî rewşa zehmet, wan bi îradeya xwe projeya xwe ya pêşangehê temam kiriye. Wî wekî din got, bi vê îradeyê ew ê li hemberî dagirkeran bisekinin û Efrînê rizgar bikin. Pêşangeh heta doh êvarê li xelkê vekirî bû.

ANHA/ŞEHBA