Bi hezaran name ji bo CPT

Pêncşem 27 Hezîran 2024 - 00:55

Li bajarên Lûzern û Locarno yên Swîsreyê li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan zêdeyî hezar name ji CPT’yê re hatin şandin. Jinên Kurd ên li bajarên Lûzern û Locarno yên Swîsreyê kampanyaya şandina nameyan a ji CPT'ê re ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatiye destpêkirin domandin. Jinan li Lûzernê li ser banga Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li pêşiya postaxaneya bajêr li hev civiyan, endamên Navenda Civaka Kurd jî piştgirî dan.

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan Nûrşen Nergîs bal bire ser şert û mercên giran ên tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û got:“Rakirina pergala êşkence û tecrîda Îmraiyê di berpisyariya CPT’yê de ye. CPT neçar e bibe bersiva daxwazên me.” Nergîs bal bire ser pêngava ku dostên gelê Kurd daye destpêkirin û got:“Di çarçoveya pêngavê de bi sedan name ji CPT’yê re dişînin.” Piştî axaftinan 940 nameyên ku hatin îmzekirin, ji CPT’yê re hatin şandin.

Jinan bi heman armancê li bajarê Locarno ya Kantona Tîcîno jî name ji CPT’yê re şadnin. Însiyatîfa Jinên Azad a Tîcîno di çarçoveya kampanyayê de 168 name avêtin postayê.

Berdevka Însiyatîfa Jinên Azad a Tîcîno Fatma Yilmaz diyar kir ku CPT êdî divê li hemberî tecrîd û bêhiqûqiyê bêdeng nemîne û got:“Dewleta Tirk a qirker û faşîst di şexsê Rêbertiya me de li dijî gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne. CPT ku li hemberî polîtîkayên êşkence û îmhayê bêdeng dimîne, divê tavile erka xwe bi cih bîne û hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re jinûve destpê bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.