- Nameya wan 5 binçavkiriyên Behdînanê ji aliyê malbatên wan ve hate parvekirin.
Ji kesên ku li Behdînan hatîne girtin, piştî salekê 5 kesên li Şêladizê hatine binçavkirin, bi rêya nameyekê ragihandin ku êşkence li wan tê kirin û hinek belgeyên ku ew nizanin çi li ser hatiye nivîsandin, bi wan bi zorê dane îmzekirin. Wan her wiha xwest nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) û parêzeran bibînin.
Aktîvîstê Şêladizê û Kadroyê Tevgera Gorran, Mihemed Nacî Sedîq, Aktîvîstê Şêladizê Kovan Tariq Cîbraîl, Aktîvîstê Şêladizê Yusif Şerîf Îbrahîm 9’ê Kanûna 2020’an li Şêladizê hatîn girtin û ew xistin nezaretê. Aktîvîstê Şêladizê û Kadroyê YNK’ê Ehmed Yûsif Mistefa, Aktîvîstê Şêladizê û Kadroyê Nifşê Nû Nêçîrvan Bedîh Hacî jî 14’ê Kanûna 2020’an hatibûn girtin û ew xistibûn nezaretê. Wan li ser rewşa xwe nameyek parve kir.
Nameya wan 5 binçavkiriyên Behdînanê ji aliyê malbatên wan ve hate parvekirin. Di nameyê de wan ragihandiye ku ev hefteyek e, wan dest bi greva birçîbûnê kiriye û rewşa wan ne baş e.
Di nameyê de hatiye gotin: “Ji destpêka revandina me ve, em gelek bi tûndî êşkencekirîn û di bin gefê de li ser hinek sûcan îtiraf bi me dane kirin û dîmen girtine, û ew ê wan parve bikin. Ji derveyî vê rê nadin ku em parêzerên xwe bibînin. Şerê derûnî li dijî me dikin.
Di dema lêpirsînê de, gotin û îfadeya me guhertîne û bi me dane îmzekirin, em nizanin çi nivîsandine. Lewma hefteyek e me dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Em li vir ji raya giştî re radigihînin û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navxweyî û cîhanê yên mafên mirovan, medya, parlamen, aliyên siyasî û tevahiya xelkê Kurdistanê dikin, bi hewara me ve werin, rewşa me gelekî xerab e.”
Tenê rexne û xwepêşandan kirin
Her pênc revandî, dixwazin demildest parêzerên xwe bibînin û roja dadgehkirina wan bê diyarkirin. Ewn ji NY´yê jî dixwazin ku rewşa wan bişopîne.
Xizmên wan jî dibêjin, “Sûcê wan tenê rexne û ramana cuda ye, xwepêşandan û xebata medenî bû. Lewma zêdetir herêma me kirêt nekin û wan demildest berdin.
Di Tebaxa 2020’an de li herêma Behdînan binçavkirin û girtina akîvîst, rojnamevan û mamostayan ji aliyê PDK´ê ve dest pê kir.
Zêdetirî 80 kesan xistin nezaretê. Hinek hatine cezakirin û hîn hinek nehatine dadgehkirin û çarenûsan gelekan nediyar e.
DIHOK