- Heyeteke dewleta Tirk a dagirker bi serokatiya Wezîrê Parastinê Hulusî Akar li Bexdayê û Hewlêrê hevdîtin pêkanîn. Akar qala şerê hevpar ê li dijî Kurdan kir.
Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Hûlûsî Akar û Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Yaşar Guler, piştî serdana xwe ya Bexdayê derbasî Hewlêrê bûn.
Akar û Guler, piştî hevdîtinên xwe yên bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî û Wezîrê Parastinê yê Iraqê re pêk anîn, ji Bexdayê derbasî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bûn.
Heyeta Tirk li Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl, Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fewzî Herîrî û Berpirsyarê Karên Derve Sefîn Dîzeyî ve hat pêşwazîkirin.
Akar bi Barzaniyan re rûnişt
Şandeya dewleta Tirk a dagirker ya bi serokatiya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê, bi Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re civiya. Heta me nûçe amade dikir jî der barê naveroka hevdîtinan de daxuyanî nehat dayîn.
Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker, Hulusî Akar pêr çû paytexta Iraqê Bexdayê û bi rayedarên Iraqî re rûnişt. Piştî hevdîtina bi wezîrê parastinê yê Iraqê re Hulusî Akar behsa şerê hevpar ê li dijî Kurdan kir ku kirasê şerê li dijî PKK´ê lê dike.
Di vê payeyê de serdana Iraqê û herêma Kurdistanê, nîşan dide ku dewleta Tirk pîlan dike, dagirkeriya xwe ya li herêmê û şerê xwe yê bi armanca qirkirinê li dijî Kurdan berfirehtir û kûrtir bike.
Sedema serdana şandeyê
Çavdêrên siyasî serdana şandeya Tirkiyeyê ya ji bo Bexda û Hewlêrê peywendî bi siyaseta dewleta Tirk a dagirker a li dijî PKK’ê û gelê Kurd dibînin û dibêjin; Tirkiye xwe ji bo qonaxeke nû ya êrişên berfireh li dijî gelê Kurd û PKKʼê amade dike.
Serdana şandeya Tirkiyeyê, di demeke welê de pêk tê rojane balafirên şer ên dewleta Tirk xaka Herêma Kurdistanê bombebaran dike û serweriya xaka Iraqê binpê dike. Ji derveyî vê jî 40 kîlometre ketiye nava xaka Herêma Kurdistanê û li Herêma Kurdistanê bi dehan navendên leşkerî û sîxûrî ava kiriye.
Çavdêrê Siyasî Arêz Ebdullah serdana vê şandeyê girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk dibîne û dibêje; “Tirkiye xwe amade dike di bihara îsal de êrişên xwe yên li ser PKK’ê li Başûrê Kurdistanê zêde bike.”
Li ser heman mijarê Çavdêrê Siyasî Pişder Babekir got; “Tirkiye dixwaze qonaxeke nû li ser şerê li dijî Kurd destpê bike. Bi vê armancê dixwaze alîkarî û piştgiriya Iraqê bi dest bixe. Herêma Kurdistanê tevlî vî şerî bike. Lê, herdu hikûmet di rewşek xerab de ne û hêza wan nîne bi pratîkî xwesteka Tirkiyeyê bi cih bînin. Tenê di warê medya û îstixbaretî de dikarin alîkariya Tirkiyeyê bikin. Şandeya Tirkiyeyê bi temamî leşkerî ye. Em jî ji me re dibêje ku serdema sereke ya hatina vê şandeyê rasterast peywendî bi lêdana PKK’ê û doza Kurd a li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê heye.”
NAVENDA NÛÇEYAN