Bi hêviya mirinê ve hiştine

În 30 Tebax 2024 - 00:19

Mehmet Emîn Çam ku gelek nexweşiyên giran lê hene nayê tedawîkirin û dermanên wî yên jiyanî nadinê. Keça Çam, Şîmelê diyar kir tişta ku li girtiyan tê kirin êşkence ye û got dewleta Tirk girtiyên nexweş ên siyasî yên Kurd bi hêviya mirinê ve dihêle.

Diyar bû ku dermanê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Qubîna Êlihê girtî ye, nadinê û ji ber vê jî li ser jiyana wî taloke heye. Di mêjiyê Emîn Çam de ûr heye û ji ber vê heta sax e divê dermanan bi kar bîne.  Ji bilî vê Çam ji gurçika xwe jî nexewş e, du caran ji gurcikan emeliyat bûye li gel vê jî li ser gurçikên wî girêk çêdibin. Her wiha ji kataraktê çavê wî hatine emeliyatkirin, guhekî wî nabihîse û ji ber aliyek wî şeht e bi zorê dimeşe.

Tişta ku li girtiyan dikin êşkence ye

Şîmel Çam ku serdana bavê xwe kirî, anî zimên ku bavê wê bi hêviya mirinê ve hatiye hiştin, diyar kir rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xirabtir dibe, tişta ku li girtiyên nexweş yê kirin êşkence ye û got,’’Dema ez çûm hevdîtinê, min ferq kir ku rewşa bavê min çiqas xerab e. Bavê min ê ku nexweşiya wî giran e, diyar kir ku dermanên ku diviyabû bikar bianiya lê nedan wî.  Herî dawî krîza dil li bavê min da û anjiyo bûbû ji ber ûrê di mejiyê xwe de, divê dermanên dil û dermanên ronkirina xwînê bixwe. Ji bo van dermanên jiyanî her ku diçe nexweşxanê dibêje 'derman tune' û wî dişînin qawîşê. Heke dermanên xwe bikar neyîne metirsiya ku jiyana xwe ji dest bide jî heye. Her kêlî bavê min nexweştir dibe. Divê tavilê dermanê wî bidinê.” Çam da zanîn ku girtiyên siyasî tevî ku li ber mirinê ne jî Saziya Tiba Edlî û nexweşxane girtiyan bi hêviya mirinê ve têne hiştin û got: “Mafyavan, firoşkarên tiryakê, kujerên jinan û dizek tên berdan lê girtiyên me nayên berdan. Serlêdan hemû bêbersiv dimînin. Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ da bavê min. Ragirtina girtiyên nexweş a di girtîgehan de bi serê xwe bêhiqûqiyek mezin e. ATK û nexweşxane jî dikin ku ev bêhiqûqî zêdetir bibe. Li dijî girtiyan sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin.” 

MA/SÊRT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.