• TCŞ’ê li Fransayê got, “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re: Bi hev re serhildan” û doza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Wan destek da çalakiyên grevên birçîbûnê yên li hepsan jî.

Kurdistaniyan û dostên wan li seranserê Ewrûpayê çalakiyên xwe yên li dijî sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û bi armanca azadkirina fizîkî ya Ocalan dewam dikin. Doh û pêr li Paytexta Fransayê Parîsê, li bajarên Fransayê Bordeaux, Marignane û li paytexta Belçîkayê Brukselê bi çalakiyan pişta grevên birçîbûnê yên li 120 hepsên dewleta Tirk de jî hat girtin.


Ciwanên Kurd doh li banliyoya paytexta Fransayê Parîsê, Drancyê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk çalakî li dar xistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi dirûşma “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re: Bi hev re serhildan” çalakî li dar xist.

Ciwanên TCŞ’î li Drancyê kom bûn û beriya dest bi meşê bikin, belavokeke bi Fransî xwendin. Wan bi bîr xist ku girtiyên siyasî yên li hepsên dewleta Tirk de ji 27’ê Mijdarê ve bi rengekî bêdem û bi dor li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Çalakger piştre bi pankarta li ser nivîsandî “Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re” meşiyan. Ciwanan li kolana Jean-Jauresê bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anî.

Çalakgerên di hepsan de silav kirin

Li Marîgnaneyê jî çalakiyek hate lidarxistin û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hatin silavkirin.
Aktîvîstên TCŞ’ê bi dirûşma “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re - bi hev re serhildan” çalakî li dar xistin. Ciwanan bal bire ser greva birçîbûnê ya li zindanan ku li dijî tecrîdê ev 49 roj in dewam dike û bang li ciwanan hemûyan kirin da ku li dora çalakiyê bicivin.
Bi daxwaza betalkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li Bordeaux jî TCŞ‘ê li Place Victoireyê çalakiyek kir. Ciwanan êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê jî rûreş kirin.

‘Dem dema azadiyê ye’

Li paytexta Belçîkayê Brûkselê, PJAK’ê di çarçoveya ‘Dem dema azadiyê ye’ çalakiyek li dar xist.
PJAK’ê li pêşiya Sefareta Îranê di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de ev çalakî kir. Çalakgeran xwest girtiyên siyasî bên berdan.

 

Dem dema xurtkirina berxwedanê ye 

Şêniyên Helebê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Yekitiya Jinên Ciwan bi koordîneya bi Kongereya Star a bajarê Helebê re, doh ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan û sûcên dagirkeriya dewleta Tirk xwepêşandanek orgenîz kir.
Xwepêşandêr li pêşiya navenda Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn. Xwepêşandêr li kolanên sereke yên taxa Şêxmeqsûd geriyan û li nêzî Nexweşxaneya Henan a li taxa Eşrefiyê mîtîng kirin.
Endama rêveberiya Jinên Ciwan li Helebê, Evîn Mihemed li vir sûc û topbarana dewleta Tirk li dijî herêmên Sûriyê û koçberkirina sivîlan, şermezar kir.
Derbarê tecrîdkirina Ocalan de jî Evîn got, “Dem dema xurtkirina berxwedanê ye, em ê xwedî li berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê yên li hepsên Tirkiyê derkevin.”

NAVENDA NÛÇEYAN