Bi hêrsa salan daketin kolanan

Duşem 31 Adar 2025 - 03:15

Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin e Stenbolê çalakiyan destpêkirin û gelek kes hatin girtin. Li ser vê 19’ê Adarê de xwendekarên zanîngehê li kampus, kolanan çalakî dan destpêkirin. Di van çalakiyan de tundiya polîsan derket pêş û bi gaz û guleyên plastîk êrişê xwendekaran kirin. Gelek xwendekar hatin binçavkirin, xwendekarên jin di binçavan de rastî lêgerîna tazî hatin. Xwendekaran li aliyê din ders boykot kirin û li kampusan forumên vekirî kirin. Beriya cejnê xwendekar li Segmenler a Eqnereyê hatin gel hev û daxwazên xwe anîn ziman. Xwendekara  Zanîngeha Ortadogu Teknîk (ODTU) Ekîm Yîgît der barê mijarê de axivî.

Li dijî rejîma qesrê li qadan e 

Ekîm Yîgît da xuyakirin ku bi rojan çalakî didomin, çalakî ne tenê ji bo Ekrem Îmamoglu ye, ev teqîna hêrsa bi salan li ser hev kom bûye û got:“Bi binçavkirina Ekrem Îmamoglu em daketin kolanan. Lê mijar ne tenê Ekrem Îmamoglu bû. Li dijî êrîşên rejîma qesrê hêrs hebû. Berê jî xwendekarên DEM’ê hatibûn binçavkirin. Krîzek mezin a aborî heye. Hêrsa her kesî rû da. Daxwaza me ji bo jiyanek mirovane ye.”

Hêrs bi hêsanî venamire 

Ekîm Yîgît diyar kir ku divê li her qadê berxwedanê mezin bikin û berovajî gotinan nifşê Z û tevgera ciwanan di alî dîrokî de tu car ranezaye. Ekîm Yîgît got divê berxwedan bê mezinkirin û rêxistin bê xurtkirin, meclîs bên avakirin. Ekîm Yîgît da xuyakirin ku bi hêrsa ku bi salan li ser hev zêde bûye daketine kolanan û wiha got:“Ev hêrs wisa hêsan natemire. Em bi hêrsa ku bi salan li her hev kom bûye daketin kolanan. Wê kes pêşiya vê negire. Girtin û binaçvkirina xwendekaran ji ber vê pêk tên. Lê em bê tirs daketin kolanan. Wê nikaribin vê hêrsa me biçewisînin. Bi rojan hevalên me tên girtin û binçavkirin. Em dîsa li Segmenler hatin gel hev.”

JINNEWS/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.