Bi gurzê Ristem pişta Romê li erdê xin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Gulan 2021 - 01:08

Li ser berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, stran û klîpeke nû hate amadekirin. 
Hunermendên Koma Botan a ser bi TEV-ÇAND a Rojava, strana bi navê “Lêxin lêxin” çêkir.

Klîpa stranê jî 9’ê Gulanê hate weşandin. Delîl Mîrsaz gotinên stranê nivîsandine. Danîş Botan, Nisrîn Botan, Gulistan, Mizgîn, Silêman, Çîmen û Delîl Mîrsaz stranê dibêjin.

Stran qala berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê dike. Dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Gerîla jî li dijî dagirkeran dest bi ‘Pêngava Bazên Zagrosê’ kiriye.

Hunermend Danîş Botan got, “Em bi hunerê xwe bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên dijmin.”

Botan her wiha diyar kir ku ew klîbeke nû bi navê ‘Hêrsa Apociyan’ jî amade wê bikin û dîmenên klîpa wê jî li gundê Dêrûna Axê bigirin.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.