Bi fotografên makro alema kêzikan

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Cotmeh 2022 - 06:41

  • Levon Biss bi alemeke piçûçik dadikeve, hunerê wî û ew serê xwe bi kêzikan diêşînin. Ew dibêje, heger zarok derbarê kêzikan de hin tiştên nû fêr bibin hingê projeya wî bi ser ketiye. Bi ya wî weke nifşên siberojê, zarok derbarê xwezayê de çiqas tiştên baş hîn bibin ji bo siberoja dinyayê jî ewqasî baş e. 

ARDÎN DÎREN

Em insanên vî zemanî pîrrî caran hay ji feydeya kêzik û zindiyên piçûk ên li nav xwezayê tine ne û em wisa difikirin ku ev dinya û her wiha xweza, tenê ji bo me insanan heye. Lê rastî ne wiha ye. Bi qasî feydeya tiştên din, kêzik û gêrikên piçûk jî li vê dinyayê mîsyoneke wan heye û parçeyekî giring ê ekosîstemê ne. Em her çiqas bi giringiya vê yekê nizanibin û nexwazin di vî warî de serê xwe biêşînin jî, yên li vê yeke difikirin hene. Wênegirê Ingilîz, Levon Biss yek ji wan xemxuran e. Levon Biss, li ser vê mijarê hûr bûye û hay ji giringiya vê yekê heye. Ji lewma, ji bo karibe van wêneyên xweşik ên kêzikan bigire sê salan li ser hev, bêyî acizî û westandinê xebitî. Wî bi wêneyên xwe yên “makro” kite bi kite aliyên kêzikan yên ku me berê qet nedîtine, nîşanê xelkê dan. 

Ji bo vê xebata xwe pêk bîne wî ji koleksiyona “Muzeya Xwezaya Dîrokî ya Emerîkayê” jî sûd wergirt û piştî xebata xwe bi dawî kir pêşangeheke bi navê “Extinct and Endangered” vekir. Wî di vê pêşangeha xwe de 40 fotografên kêzikan yên mezin ango makro nîşan dan. Di her wêneyekî de gelek hêlên kêzikan yên ku bi çavan nayên dîtin derdikevin pêş û meriv li hemberî xweşikiya wan û hûrgiliyên li ser wan heyirî dimîne. 

Levon Biss ji bo her wêneyekî bi hefteyan xebitî û her wiha tenê ji bo wêneyekî bi sedan fotograf girtin. Wî xwest bi çavekî hunerî li meseleyê binihêre û ji bo vê xeyala xwe pêk bîne kedeke mezin da. Ew bi van fotografên xwe di heman demê de behsa serpêhatiya populasyona kêzikan jî dike û pêşangeha xwe di vî warî de weke perwerdeyekê dibîne.

‘Bi dîtina kêzikan derbasî dinyayeke din bûm’

Rojekê kurê wî li pişt malê kêzikekê dibîne û tîne malê. Levon Biss bi riya hûrbînê (mikroskop) li vê kêzikê dinihêre û bi gotina wî “ew derbasî dinyayeke din dibe”. Wiha behsa serpêhatiya xwe û alema van kêzikan dike: “Ev yek ji bo min hîseke nû bû. Cara yekem bû ku min bi vî awayî li kêzikekê dinihêrî. Tevlihev, xweşik, mekanîk û ewqasî jî xweşik bû. Çawa ku min qutiyek gencîneya fotografan dîtibe. Piştî vê dîtinê min xwest ez bêhtir dinyaya kêzikan bişopînim û derbarê wan de hin tiştan zanibim. Ji bo vê yekê sebr û tebata min tinebû. Di ser vê serpêhatiya min re 10 sal derbas bûn, lê hîna jî  weke roja ewilî kela canê min rabûyî ye. Di hêla dîtbarî de jidil jî kela canê min radikin ew. Yek naşibe yeke din, gelek cûreyên wan bi hûrgiliyên xweşik bala meriv dibin ser xwe. Her ku ez wêneyekî digirim derbarê wan de hînî tiştên nû dibim.”

Koka hin nimûneyan qeliyaye!

Levon Biss li gorî erdnîgarî, pergal û parastina kêzikan koleksiyona xwe ya wêneyan û pêşangeha xwe hazir kiriye. Gelek nimûneyên ku nîşan dide, jixwe êdî li vê dinyayê nemane û koka wan qeliyaye. Yên mayî jî niha di bin tehlûkê de ne. Li hin cihan ji bo rewşa kêzikan vegere rewşa berê, xebat tên meşandin. Mînak li Girava Lord Howe ya Awustralyayê xebatên bi vî rengî hene. Levon Biss giringiya van xebatan tîne ziman û dibêje, xebatên bi vî rengî di vî warî de hêviyên wan mezintir dikin. Ew kesên ku van xebatan bi rê ve dibin jî wêrek dibîne û piştgiriyê dide wan.

‘Heger zarok hîn bibin ev proje serketî ye’

Levon Biss derbarê pêşangeha xwe de dibêje, wî herî zêde ji bertekên zarokan hez kiriye û li ser meraqa wan jî dibêje, “Di pêşangehê de tişta herî zêde ez kêfxweş kirim, meraqa zarokan bû. Bi wan metnên ku min derbarê kêzikan de hazir kiribûn jî elaqedar bûn û xwendin. Derbarê kêzikan de cara yekem bû tiştên wiha didîtin. Hêleke pêşangehê ya perwerdeyê jî heye li gorî min û jixwe ya giring jî ev e. Pêşangeh divê bibin amûrên perwerdeyê û xelk ji wan hînî hin tiştan bibin. Nexasim zarok, heger derbarê kêzikan de hînî hin tiştên nû bibin, ev tê wê maneyê ku ev projeya min bi ser ketiye. Ji ber ku ew nifşên siberojê ne, derbarê xwezayê de çiqasî tiştên baş hîn bibin, ji bo siberoja dinyayê jî baş e. Ji lewma, siberojê derbarê xwezayê de ev kes dê biryarê bidin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.