Bi fermana wezîr 6 sal in di hicreya yek kesî de ye 

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 00:26

  • Girtî Mehmet Saît Yildirim ê ku sala 2015’an li gel Rêber Abdullah Ocalan mabû bi fermana taybet a Wezareta Dadê ya Tirk ev 6 sal in di hucreya yekkesî de tê hiştin. Parêzer Fatma Demîrer got nahêlin ku miwekîlê wê girtiyên din bibîne, li gel raporên nexweşxaneyê jî ku mayina bi tenê serê ‘ne guncav e’’ jî bi tenê tê hiştin.

Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim (73) ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklar a Îzmîrê dimîne ji sala 2018’an ve di hucreya yek kesî de tê hiştin. Yildirim dema di sala 2015’an de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê  , ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Nexweşxaneyê ji Yildirim ê nexweşiya dil pê re heye re rapora ku “Mayîna wî ya bi tena serê xwe neguncav e” da. Di sala 2017’An de jî Nexweşxaneya Dewletê ya Odemîş a Îzmîrê rapora “Cezayê hucreyê ji bo tenduristiya wî xetere ye” da. Yildirim tevî van raporan jî bi hinceta “Ji Wezareta Dadê fermaneke wiha heye” di hucreya  yek kesî de tê ragirtin.  

Nahêlin girtiyên din bibîne

Parêzer Fatma Demîrer a ku bi muwekîlê xwe Saît Yildirim re di 16’ê tîrmehê de hevdîtin kir, anî ziman ku di dema hewadariyê û sporê de destûr nayê dayîn ku Yildirim girtiyên din bibîne û wiha got: “Gardiyan bi bêtêlê hevdû re diaxivin û dema li korîdorê kes tune be derdixînin. Her wiha ziyaretvanên wî bi hincetên cuda hatin qedexekirin. Qebûlkirina navên ji bo hevdîtinê bên guherîn jî bi hinceta ‘lêpirsîna ewlehiyê’ tên dirêjkirin. Ji muwekîlê min ê mafê wî yê hevdîtinê tê astengkirin re tenê rojnameya Bîrgunê tê dayîn û weke televizyon jî tenê Halk TV heye. Dest danîn ser radyoya li odeya wî jî.”

Tecrîdeke taybet heye

 Demîrer, da zanîn ku ji berdana muwekîlê wê re salek maye û bi hinceta ji Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê anîne bi van pêkanînan re rûbirû dimînin. Demîrer, bi lêv kir ku “tecrîdeke taybet” tê pêkanîn û bi nêzîkbûna berdana wî ya bi şertê kontrola edlî re zext jî zêde dibin.  

Vantîlator ‘ewlehiyê’ têk dibe

Demîrer, bi lêv kir ku nexweşiyên weke dil, kezeb û tansiyona bilind bi muwekîlê wê re hene. Demîrer, anî ziman ku ji ber vê yekê hewayê germ bandoreke neyî li tenduristiya muwekîlê wê dike û daxwaza wî ya vantîlatorê ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê ve bi hinceta “Dibe ku di warê dîsiplîn, ferman, rêkûpêkiya giştî û ewlehiyê de bibe sedema pirsgirêkan” daxwaza wî nehate qebûlkirin. Demîrer, da zanîn ku bi neqûlkirina daxwazê re îtîraz kirine û li dijî zextên li dijî muwekîlê wê serî li Baroya Îzmîrê jî daye ku bi dozgerê girtîgehê re hevdîtinê bikin. 

Yildirim kî ye? 

Yildirim di sala 1993’yan de hate girtin. Li ser daxwaza Abdullah Ocalan di nava 5 girtiyên ku di 15’ê adara 2015’an de şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de cih girt. Yildirim 9 rojan li Girtîgeha Îmraliyê bi Ocalan re ma. Ji ber nexweşiya xwe ya dil pişt re sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hate kirin. Yildirim, ji Bolûyê sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê û pişt re jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê hate kirin. Yildirim di 6’ê îlona 2018’an de jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê hate kirin. Yildirim ji roja sewqî vê derê kiriye ve di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Yildirim, li ser 9 rojên bi Ocalan re mabû, pirtûka “Li Îmraliyê 9 roj (İmralı’da 9 gün)” nivîsîbû. 

MA/IZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.