Bi fedaîtî şer kirin

Pêncşem 9 Adar 2023 - 00:55

  • HPG´ê 3 şehîdên Dêrsimê bi bîr anîn û got, wan heta dawiyê şer kiriye û bi lehengî şehîd bûne. Ji bo fermandarê şehîdbûyî Yaşar Botan jî, HPG´ê got, “Wî jiyana xwe ya civakî û şoreşgerî veguherand destaneke têkoşînê ya mezin”.

HPG’ê derbarê 3 gerîlayên li Dêrsimê şehîd bûne, daxuyaniyek da û got, “Fermandarê Eyaleta Dersimê, hevrê Yaşar Botan, endamê Fermandariya Eyaleta Dersimê Şevger Semsûr û hevrêya me Arjîn Sarya bi wêrekiyeke mezin heta dawiyê li dijî dijmin şer kirin û bi lehengî şehîd bûn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên şehîd bûn, got, "Li herêma Dersimê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser hêzên me bi giranî dewam dikin. Di dema zivistan û biharê de di navbera dagirkeran û hêzên me de di 23 û 24'ê Kanûna 2022'an şer qewimî. Di vî şerê bi saetan de endamê Fermandariya Eyaleta Dersimê Şevger Semsûr û hevrêya me Arjîn Sarya bi wêrekiyeke mezin şer kirin û şehîd bûn. Di vî şerî de derbên giran li dagirkeran hatin xistin. Fermandarê Eyaleta Dersimê hevrêyê me Yaşar ku karîbû serketî ji nava dijmin rizgar bibe, di 1'ê Adara 2023'an de careke din li dijî dijmin şer kir. Hevrêyê me Yaşar ku ji roja tevlî nava partiya me PKK'ê bû û pê ve li ser xeta fedaîtiyê meşiya, piştî şerekî dirêj, ji bo ku bi saxî nekeve destê dijmin, bi fedaîtî şehîd bû.

Ji Seyîd Riza heta Besêyan, ji Sarayan heta Bêrîtanan, ji Çetîn Sîverekan heta Atakan Mahîran, ji Zînan heta Çîçekan, ji Yilmazan heta Yaşaran, Dersim bû warê gelek berxwedan û lehengiyên dîrokî. Li Dersimê têkoşîna azadiyê wê her tim dewam bike û hesreta pîroz a şehîdên me yên ezîz wê teqez pêk were. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

HPG´ê ji bo şehîd Yaşar Botan got, “Hevrêyê me Yaşar Botan li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji dayik bû. Li Mexmûrê li nava cîhaneke nû mezin bû. Hema piştî pêkhatina Komploya Navneteweyî di 27'ê Sibata 1999'an de tevlî nava refên gerîla bû. Di sala 2000'î de ji bo bibe hevrêyekî baş ê Rêbertiyê û ji bo bibe şervanekî tolhildanê, bi pêşniyaza xwe tevlî nava rêxistina fedaiyan bû. Komên destpêkê yên fedaî ku wê piştre bibûna Saziya Hêzên Taybet, bûn hîmên bingehîn ên rêxistiniya fedaîtî û profesyonel a li nava refên gerîla. Li ser bingehê Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an, wî berê xwe da Bakurê Kurdistanê û çû Dersimê. Hevrêyê me Yaşar fermandarê fedaî bû, jiyana xwe ya civakî û şoreşgerî veguherand destaneke têkoşînê ya mezin. Ew ê her tim rê nîşanî têkoşîna me bide, di bin fermandariya şehîdan de wê hevrêyên xwe bi ser bixîne.”

HPG´ê ji bo şehîd Şevger Semsûr jî got, “Hevrêyê me Şevger Semsûr li nava malbateke Elewî ya ji Semsûrê ji dayik bû û mezin bû. Di sala 2004'an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û karker zû hînî pratîka zehmet a Dersimê bû. Di gerîlatiya xwe ya 18 salan de serketinên mezin pêk anîn, ji hevrêtî û milîtaniya Apoyî tawîz neda. Di 24'ê Kanûna 2022'an li herêma Dersimê di êrişa dijmin de tevî hevrêya me Arjîn Sarya bi lehengî şer kir, fedaîtiya Apoyî pêk anî û şehîd bû.”

HPG´ê ji bo şehîd Arjîn Sarya jî got, “Hevrêya me Arjîn Sarya li nava malbateke welatparêz a ji Şirnexê, li Antalyayê ji dayik bû. Di sala 2014'an de berê xwe da Kurdistanê, ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Ji herêma Amedê çû Dersimê. Li gelek deverên Dersimê gerîlatî kir, bi taybetî jidil baweriya xwe bi jinûve avakirina gerîla anî û pêwîstiyên wê pêk anîn. Lewma bi vî rengî weke gerîlayeke YJA Starê bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêya me Arjîn 24'ê Kanûna 2022’yan, weke milîtaneke YJA Starê ya pêşeng heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û şehîd bû.”

Nasnameya van şehîdên Dêrsimê wiha ye:

Yaşar Botan (Osman Manak), li Şirnexê ji dayik bûye, 1’ê Adara 2023’an li Dêrsimê şehîd bû.

Şevger Semsûr (Zeynel Kûçûk), li Semsûrê ji dayik bûye, 24’ê Kanûna 2022’an li Dêrsimê şehîd bû. 

Arjîn Sarya (Şehrîban Tekmenuray), li Antalyayê ji dayik bûye, 24’ê Kanûna 2022’an li Dêrsimê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.