• QSD´ê ji bo êrişa li Qamişlo got, di çarçoveya hedefgirtinên sîstematîk de hatiye kirin û sedema wê jî ew e ku dewletên garantorên agirbestê çavê xwe li hedefgirtina herêmên Rêveberiya Xweser digirin. QSD´ê Rûsya û Emerîka weke berpirsiyariyên astengnekirina êrişan ên di radeya herî jor de bi nav kirin. 

Dewleta Tirk a dagirker şemiya bihurî êrişeke hewayî bire ser maşînekê li taxa pîşesaziyê ya Qamişloyê.

Doh Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) da zanîn ku di êrişê de 4 kes şehîd bûne û 2 zarok in. Di êrişê de endamê Saziya Dsîplîna Leşkerî Rûxaz Amûdê jî şehîd bû. PYD´ê bang li NY´ê kir da ku ji bo pêşîgirtina li Êrişên dewleta Tirk, meydana hewayî ya Rêveberiya Xweser li firrînê qedexe bike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê got, "Dewleta Tirk a dagirker doh (pêr) êvarê bi balafira bêmirov êrişî taxa Sîna ya Qamişloyê kir. Di êrişê de yek jê endamê Saziya Dsîplîna Leşkerî, bi giştî 4 kes şehîd bûn. 2 ji şehîdan zarok in."

Hiqûqa navneteweyî binpê dike

QSD ragihand ku yek ji çar kesên li Qamişloyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a şemiya bihurî de şehîd bûn, endamê Desteya Dsîplîna Leşkerî Rûxaz Amûdê ye.

QSD´ê êrişên dewleta Tirk weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav kir û got, "Dewleta Tirk a dagirker pêkanîna komkujiyan li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pey hev didomîne, gund û bajarên bi sivîlan dagirtirî dike hedef û bi wê yekê qanûnên navneteweyî û serdestiya dewleteke endama Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê dike. Dagirkeriya Tirk bi rêya topbaranê û balafirên bêmirov ên biçek dijminahiya xwe didomîne û kesên sivîl, avahiyên sivîlan, dikan, seyare û mezreyan û her tiştê bi tevger û bêtevger li herêmên me dike hedef.

Kur û bav şehîd kirin

6`ê Tebaxê êvarê, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li taxa Sîna ya bajarê Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de endamê Saziya Dîspilîna Leşkerî 'Rûxaz Amûdê' tevî 3 sivîlên din ku 2 ji wan zarok in, şehîd bû û hin kesên din birîndar bûn.”

Hat zanîn ku di nava sivêlên şehîd de bavek û kurekî xwe jî hene.

Rûxaz Amûdê şehîd bû

QSD´ê di dewamê de behsa şehîd Rûxaz Amûdê kir: “Hevrêyê me 'Rûxaz' nimûneya şervanê bi dspilîn bû yê ku li gorî qanûn û perspektîfên leşkerî tevdigere. Wî di mercên herî dijwar de jî bi dilsozî kar kir.

Ev êrişa hov û êrişên din ên di çarçoveya hedefgirtinên sîstematîk de, ji ber wê yekê ne ku dewletên garantorên agirbestê çavê xwe li hedefgirtina herêmên me digirin. Di radeya yekemîn de, Rûsya û Emerîka berpirsiyariya van êrişan radikin. Ew dikarin rê li sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê me bigirin.”

QSD´ê xwest doz biçe ber Konseya Ewlehiyê ya NY`ê “da ku li gorî benda 7`an biryarek bê derxistin ku bike dewleta Tirk a dagirker neçarî vekişîna ji xaka Sûriyê û bidawîkirina dagirkeriya xwe bike.”

QSD´ê sersaxî ji malbata şehîd 'Rûxaz Amûdê' û malbatên şehîdan hemûyan re xwest û doza şîfaya lezgîn ji birîndaran re kir.

Nasnameya şehîdê QSD´ê wiha hat eşkerekirin.

* Rûxaz Amûdê (Mezlûm Seededîn Esed) kurê Hediye û Seededîn, ê sala 1989´an li Amûdê hatiye dinê, li Taxa Sîna ya Qamişloyê 6`ê Tebaxa 2022’yan şehîd bû.

Hema piştî bazarê

Êrişa dewleta Tirk a li dijî Qamişloyê hema piştî civîna li Soçiyê ya di navbera serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de pêk hat.

PYD'ê jî ji ber vê yekê bang li Neteweyên Yekbûyî kir da ku meydana hewayî li balafirên Tirk bigirin! PYD´ê armanca êrişan weke guhertina demografîk yanî qirkirina Kurdan, bi nav kir.

Meclîsa Giştî ya PYD'ê diyar kir ku planên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo guhertina demografiya xaka Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bûne û bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir da ku meydana hewayî li balafirên Tirk bigire. PYD´ê bang li rêxistinên navneteweyî jî kir da ku komîteyên lêpirsîna sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava bikin û li hember sûcên wê, hesab jê bipirsin, û dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyeyê bi dawî bikin."

Dagirker Minbicê topbaran dikin

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundewarên bakurê Minbicê topbaran dike.

Li gorî navendê, dewleta Tirk a dagirker gundên Ewn Dadat, Toxar, Cat, Hoşeriyê û Mihsinlî yên bakurê Minbicê topbaran dike.

Navendê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker heta kêliya daxuyaniyê zêdetirî 55 moşek avêtine gundewarên navbirî.

NAVENDA NÛÇEYAN