Artêşa Tirk a dagirker derbên giran ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixwe. beramberî vê jî sûcên dema şer dike û bi gazên kîmyewî û jehrî êriş dike. Di êrişa dagirkeran a roja 26’ê Tebaxê de li Girê Sor 2 gerîla bi êrişa gaza kîmyewî şehîd bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Girê Sor; 26’ê Tebaxê dewlet Tirk a qirker û hov ku para xwe ji mirovahiyê negirtiye, li dijî qada berxwedanê ya Girê Sor gazên kîmyewî bi kar anîn. Di encamê de 2 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne, em ê piştre bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.
Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê; 7’ê Îlonê ji saet 10:00 heta 8’ê Îlonê saet 04:00 artêşa Tirk a dagirker 11 caran bi teqemenî û gazên bi jehr bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin. Dagirkeran piştî bombardûmanê xwest bikevin qada berxwedanê. Di navbera dagirkeran û berxwedêrên Werxelê de şerekî giran qewimî. Hêzên me pêşî li dagirkeran girtin, nehiştin ku bi pêş ve biçin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê; 6’ê Îlonê saet di 11:45’an de bi çekên giran ji du baskan ve li dagirkerên li qada Girê Dûpişkê yê herêma Pîrbilayê hate xistin. Di vê çalakiyê de herî kêm li 2 çeperên dagirkeran hate xistin. Artêşa dewleta Tirk a dagirker nîvê şevê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji qadê birin.
Derba Bazên Zagrosê giran bû
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê; 8’ê Îlonê saet di 07:00´an de li herêma Zapê dagirkerên ku dixwestin ji qada Cîloyê Piçûk ber bi Girê Şehîd Sefqan ve biçin, du caran bûn hedefa çalakiyên sabotajê yên hêzên me. Agahiyên li ser encamên vê çalakiyê de dema ku bi dest ketin wê bi raya giştî re bêne parvekirin.
7’ê Îlonê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Kêste, Edinê, Dêşîşê, Hirorê û Serarû, qadên Kela Qûmriyê û Koordîne bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Êvara heman rojê derdora gundê Hirorê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.
7’ê Îlonê saet di 23:45’an de li herêma Heftanînê gundê Xîzawa yê li qada Kêre bi obus û hawanan hate bombekirin.
7’ê Îlonê dewleta Tirk a dagirker bi helîkopterên êrişê bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin.
7’ê Îlonê saet di navbera 00:40-01:30’î de li herêma Qendîlê qada Geliyê Sûredê bi balafirên şer hate bombekirin.”
BEHDÎNAN