- Li gorî agahiyan kesek hate destgîrkirin. Birîndar bi ambûlansan birin nexweşxaneyan.
Li DYE'yê, wesayitekê da nava girseyekê ku pîrozbahiyên Noelê dikirin. Di bûyerê de 5 kes mirin, 26 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Waukesha yê eyaleta Wisconsin a DYE'yê, wesayiteke bi tîpa SUV da nava girseya gel a ku ji bo Neolê civiyabû. Di êrişê de 5 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku hin ji birîndaran zarok in.
Li gorî agahiyan kesek hate destgîrkirin. Birîndar bi ambûlansan birin nexweşxaneyan.
Di dîmenên bûyerê de tê dîtin, ku wesayit piştî li bendên qiraxê dikeve bi ser komekê ve diçe ya ku ji muzîsyenan pêk tê.
Jinek ji qenala Fox6 re axivî û diyar kir ku wesayita SUV li koma keçan a dansê da û ev keç 9 ta 15 salî bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN