REWŞAN DENIZ

Selîmê Guyînayî şahidê dawî yê çalakiya 15´ê Tebaxê ya li Dihê [Erûhê] ye. Ew di koma êrişa li dijî qereqola navçeyê de bû. Niha 76 salî ye, lê gava behsa wê çalakiyê dike, weke xortekî ye: "Piştî çalakiyê dewletê qereqolên xwe yên li derdora Dihê rakirin. Em diçûn ku derê, pîrekan dilîliyand û zelaman slogan digotin. Ma ka moralekî ji vê çêtir." Selîmê ji gundê Guyînayê, bi tevlîbûna xwe ya nav refên komên pêşî yên gerîla jî tam efsaneyek e, ew bi kelemçeyên di destê xwe de ji destê dagirkerkeran xwe xilas dike û tevlî nava refên gerîla dibe. ew wiha behsa xwe xilaskirina ji destê “binbaşiyê” Tirkan dike: "Êdî wî jî destê xwe bilind kir, min jî destê xwe bilind kir. Wî danî min, min jî destê xwe bi kelemçê ve li sûretê bînbaşî xist. Hema pê re min xwe qevast. Ji wan we ye min bombe avêtiye wan. Eskerê Tirkan yek bi wir ve û yê din bi wir ve. Û min di nava gund re baz da."

Selîmê Guyînayî wiha behsa bibîranînên xwe û Pêngava 15´ê Tebaxê dike: “Li gundê Awaz têkiliyeke me ya qehîm hebû. Emerê Evdilezîz. Wî ji min re got, Heval Egîd li Banê Kursiyan li benda te ye. Gava ez çûm komek gerîla li wir bû. Wexta min ew dîtin, moralê min gelekî baş bû. Qederê 60 metroyan dûrî cihê hevalan, heval Egîd, Selîm, Huseyin Altintaş, Bedran, Mehmet Sevgan û Mustafa Yöndem sekinîbûn.”

Ew wiha behsa kêliya beriya çalakiyê û çalakiyê dike: “Egîd pirsa kitekitên Dihê, gundê Tirî û qereqolê kir. Min jê re got, bi dehan caran ez çûme qereqolê û qereqol duqatî ye. Li qereqolê bolukek esker, subayek, astsubayek û çawişên pispor hene. Kêliya çalakiyê hêza me li du koman dabeş bû. Heval Erdal fermandarê koma me bû, ez alîkarê wî bûm. Di destê me de du [tivingên] keleş[kof] hebûn. Me qereqol bi dest xist.”