Bi dozeran tine kiribûn

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Mijdar 2021 - 23:36

  • Ev berhema hanê ya li ser vê karat posteyê ya kevin, "The Harp" e; ew berhema herî naskirî ya hunermenda Efro-Emerîkî Augusta Savage bû.

Ev berhema hanê ya li ser vê karat posteyê ya kevin, "The Harp" e; ew berhema herî naskirî ya hunermenda Efro-Emerîkî Augusta Savage bû. Em belesebeb nabêjin, bû, ji ber ku ev berhem hat tinekirin.
Ev berhem sala 1939´an li Fuara Dinyayê ya New Yorkê hat nîşandan. Ew yekane jina Efro-Efrîkî heta yekane jina reşik bû ku beşdarî fuarê dibû. Ji bo beşdariya wê 360 dolar dabûnê. Lê pereyê wê têrê nekirin ku karibe berhema xwe paşê ji cihê fuarê rake. Li ser vê di dema paqijiya bermahiyên fuarê de ev berhema vê hunermenda harîqulade bi buldozeran hat tinekirin. Lê ew berhema herî zêde bal bire ser xwe ya fuarê bû: 5 milyon mirovî ew dîtibû. Di fuarê de li cihekî navendî bû û ev berhem wê bibûya karteke posteyê jî. Navê berhemê li ser karta postê, “Life every voice and sing (Her dengî bilind bike û stranê bibêje)” Bi her halî, ev tinekirina bi buldozeran ji bo dinya hunerî windahiyeke mezin bû. 
n NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.