Koma Şano ya Diyalog li Kerkûkê, li Salona Şehîd Sîrwan Talabanî lîstika bi navê “Disîplîn” derxist ser dikê. Gelek hunermendan jî li lîstikê temaşe kir. Lîstika şanoyê ya “Disîplîn” pergala sermayedar rexne dike û di heman demê de balê dibin ser bêedaletiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Her wiha mijara lîstika şanoyê “Disîplîn”ê li ser xemsariya malbatên desthilatdar li hember têkçûna sektora perwerde û tenduristiyê, piştre şehîdkirina rojnamevanan û bikaranîna medyayên vala ji bo şerê taybet li dijî gelê Kurd e.
Di şanoyê de navê şehîdên pênûsê yên weke nûçegihanê ajansa Rojnewsê Wedat Hisên ku ji aliyê PDK’ê ve hatibû qetilkirin, her wiha şehîd Soranî Mame Heme û Kawa Germiyanî yên ku ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve hatibûn şehîdkirin, hatin bibîranîn.
Derhêneriya şanoya “Disîplîn”ê, Hemayê Şano kiriye. Mihemed Elî, Mistefa Sîrwan, Adel Çawşîn, Helgurd Ebdulkerîm lîstikvanên şanoyê ne, Îman Newzad jî çavdêriya hunerî kir. Di sehneya dawî ya şanoyê de nameyek pêşkêşî temaşevanan hat kirin da ku bi wan re parve bikin. Di nameyê de bang li wan tê kirin ku xwedî sekneke berpirsyar bin, xiyanetê li welatê xwe nekin û bi giştî mafên jinan û mirovan biparêzin. Li dijî pergala neheqî û gendeliyê têbikoşin.
ROJNEWS/KERKÛK