Bi dengê xwe xwe parast

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Tîrmeh 2024 - 00:26

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Bêrîvan Şêxmûs ku sala 1990'î li Qamişloyê ji dayik bû û mezin bû, qala têkoşîna ziman û nasnameyê ya bi çand û hunerê kir.

Bêrîvan Şêxmûs ku di nava malbatekê de ya bi çand û hunerê re eleqeder mezin bû, têkîliya xwe ya bi hunerê re wiha vegot: "Dengê dapîra min a xweş di nava malbatê de jî xuya bû. Ji ber ku di nava malbateke wiha de ji dayik bûm û mezin bûm, bivê nevê bandor li ser kesayeta min çêkir. Min di temenekî biçûk de dest bi gotina stranan kir. Li gel ku dibistanên em diçûn ên rejîma Baasêjî bûn, min stranên bi Kurdî digotin. Her tiştên bi navê Kurdî qedexe bû. Stranên min ên bi Kurdî midûrê dibistanê nerehet dikir. Gef li min dixwarin ku ez ê nikaribim dibistanê temam bikim. Lê min bi israr stranên Kurdî got. Min jiyana xwe ya dibistanê jî bi hunerê re domand. Min dixwest bi çand û hunerê xwe bigihîm armancên xwe. 

Ji ber Kurdî di refê de hiştin

Bêrîvan Şêxmûs ku ji ber gotina stranên Kurdî di refa 9’an de puanên wê hate xistin û di refê de ma:“Li gel ku puanên min ê ezmûnê bilind jî bûn, bi zanebûn puanên min hat xistin û min di refê de hiştin. Min serî li ber polîtîkayên qirkirinê yên rejîma Baasê netewand û dev ji dibistanê berda. Kesekî ku nikaribe çand û hunera xwe biparêze, nikare xwe jî biparêze, nikare bibêje xaka min heye û nikare qala welatê xwe bike. Ez ewil tevlî Koma Muzîkê ya Roj bûm. Me bi giştî amedekariyên Newrozê dikir. Amedekariyên Newrozê jî bi dizî dihatin kirin. Her ku malbat cesareta me didîtin, zarokên xwe beşdarî koma me ya muzîkê dikirin. Piştî salekê em weke Koma Muzîkê ya Roj tevlî Koma Muzîkê ya Botan bûn. Di çalakiyên Newrozê de êrîş dihatin kirin, binçavkirin û girtin dibûn, lê dema rejîma Baasê 3 kes binçav dikir, me 8 kes beşdarî koma xwe dikir. Her ku wan êriş dikirin, em bi hêz dibûn û têk nediçûn."

Xweparastin ji nan û avê girîngtir e

Bêrîvan Şêxmus ku bi Şoreşa Rojava re tevlî nava Tevgera Çand û Hunera Jinê ya Hîlala Zêrîn bû wiha got:"Destketiya herî mezin a ku me bi şoreşê re bidest xist, avabûna rêxistina jinê bû. Me ewil Koma Muzîkê ya Şehîd Sakîne ava kir. Koma me ji 14 kesan pêk dihat. Armanca me ya sereke zindîkirin û pêşxistina çand û hunera jinê bû. Firsendên ku hatin bidest xistin rê li ber pêşketina çand û hunerê vekir. Êşên ku di dema rejîma Baasê de hatin kişandin hêdî hêdî sivik bûn. Me hestên gel bi awayekî rehet di zimanê xwe de vegot, nivîsand û nîşan da." Bêrîvan Şêxmus diyar kir ku têkoşîna astengkirina tunekirina çand û hunerê ji nan û av girîngtir e û wiha dewam kir: "Xweparastin bi israra di jiyana çandî de ya li dijî dijî qirkirina çandî, pêkan dibe. Xweparastin di têkoşîna azadiya jinê de pir girîng e. Xweparastin xwe rêvebirin e, rêxistin e, hebûn e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.