Bi dengbêjiyê berxwedanê vedibêje

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 22 Tîrmeh 2021 - 05:48

Newroz Mihemed ji Efrînê ye û niha li bajaroka Til Rifat ê Kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Newroz bi dengê xwe yê zîz parastina çanda xwe dike û çanda dayik û dapîra xwe dişopîne. Niha cihê xwe di koma şehîd Avesta ya stranan a Navenda Çand û Hunerê ya bajaroka Til Rifatê de digre. 

Meraqa wê ji helbestan re heye

Ji biçûkatiya xwe de meraqa wê li ser stran û dengbêjiyê heye loma beşa hunerî di jiyana xwe de hilbijartiye. Newroz wiha behsa çîroka xwe dike: “Ji biçûkahiya xwe de meraqa min li ser dengbêjiyê heye. Min her dem li qenalên stranan guhdarî dikir û dixwest xwe hînî stran û dengbêjiyê bikim. Di malê de birayê min ê mezin dengbêj bû. Min moral ji birayê xwe digirt, her daxwaza min ew bû ku bibim dengbêjeke navdar. Di heman demê de meraqa min a nivîsandina helbestan jî gelek e. Li Efrînê ez derbasî Navenda Çand û Hunera Çiyayê Kurmenc bûm da ku ez xwe di aliyê stranan de xurt bikim. Her ku pêşketin bi min re çêdibû hezkirina min li hemberî stranan zêdetir dibû.” 

Yekem stran ji Rêber Apo re 

Newroz Mihemed dibêje, “Piştî em li bajaroka Til Rifetê bi cih bûn bi demê re navenda Çand û Hunerê jî hat avakirin, dîsa min berê xwe da cihê çandê ji bo ku xwe di aliyê stranbêjiyê de xurt bikim. Bi alîkariya mamosteyên xwe ku li pêşiya min rêya serkfetinê vekirin min karîbû bibim dengbêj. Gelek caran ez gotinên stranan dinivîsînim û mamosteyên çandê bi rêya awaz û muzîkê bi min re dibin alîkar. Heya niha min tu stran û helbestên xwe belav nekiriye ji ber hîn xebat li ser tê meşandin. Min yekem strana xwe di konê çalakiya greva birçibûnê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî li ser Rêber Apo, got. Strana min berxwedana Leyla Guven vedibêje. Awazê vê stranê navenda Çand û Huner bi min re bûn alîkar, gotin jî min bi xwe nivîsand.”

Divê em dengbêjiyê biparêzin

 Newroz wiha behsa xewn û xeyalên xwe dike, “Xewn û xeyalên min ew in ku bibim stranbêjek navdar ku karibim berxwedan û têkoşîna gelê xwe ji raya giştî re vebêjim. Banga min ji her kesê re heye ku ger xwesteka wan ji stran û dengbêjiyê re hebe xwe di warê hunerî de bi pêş bixin da ku em karibin bibin nasnameya civaka xwe. Bi riya hunerê em her hewl didin çand û nasnameya xwe ji bişaftinê biparêzin. Dengbêjî yek ji nirxên civakê ye divê em parastina wê nirxê bikin.” 

JÎNHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.