Bi dehan kes kirin nezaretê

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 14:24

Êrişên qirkirina siyasî ya li bajarên ku Partiya Çep a Kesk di hilbijartina 14’ê Gulanê de dengên zêde li wan wergirt, bênavber didomin. 

Partiya Çep a Kesk di hilbijartinê de li Colemêrgê her 3 parlamenter jî bi dest xistin. Li Colemêrgê doh bi ser gelek malan de hate girtin. Di encamê de hêzên dewleta Tirk herî kêm 30 kes kirin nezaretê. Hat zanîn ku binçavkirî bi îdîayên “propagandaya rêxistinê” û “endametiya rêxistinê” tên sûcdarkirin û li midûriyetên polêsan ên navçe û navendê tên ragirtin.  

Navên hin kesên hatine binçavkirinjî eşkere bûn: “Omer Çitak, Rojbîn Şahînoglû, Yûsûf Şahînoglû, Ferhat Toregun, Remziye Urgun, Bedran Ogmen, Bedran Ozdel, Vedat Dogan, Bariş Kamerî, Mûsa Yîgît, Naîf Beyter û Bunyamîn Seven.”

MA/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.