Bi daxwaza dewletan hatin girtin

Çarşem 21 Tebax 2024 - 00:50

Encûmena Dadweriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê di 6’ê Tebaxa 2024’an de, biryara girtinê derbarê PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê de da. Nerazîbûnên dijî girtina partiyan dewam dikin. Rêveberê Hizba Komunîst ya Kurdistanê ya Malbenda Silêmanî Osman Zindanî derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. Osman Zindanî da zanîn ku li gorî destûrê Iraq xwedî sîstemek demokratîk ya parlamentoyê ye, biyara girtina partiyan jî biryarek ne dadperwerane ye û siyasî ye. Osman di dewamê de got:“Ji ber ku ew partî li Herêma Kurdistanê bi awayek fermî kar dikin û xwedî rêzikname û bernameyên xwe ne. Ev biryara girtinê bi bandora dewletên cîran tên kirin, ji ber ku ev demek dirêj e bi rêya hikumeta Iraqê dixwazin rê li karê siyasî yê muxalefetê bigirin. Bi taybet Tevgera Azadî yek ji partiyên ku di çarçoveya Herêma Kurdistan û Iraqê de kar dike, nabe bi daxwaza dewletek cîran, ji aliyê Iraqê ve were girtin. Ev yek pêşbîniyek xirab e û bandora xwe li ser siyasî û destûra Iraqê jî bike. Pêwîste her kes piştgiriya partiyan bike û bi rêya dîplomasî û yasayê ev biryar were xirab kirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.